Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li dijî şewata li çiyayê Cûdî çalakiya rûniştinê

Li quntarên Çiyayê Cûdî şewat 3 meh in bênavber didome bi tu awayî nayê vemirandin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ji bo venemirandina şewatê şermezar bike û balê bikişîne ser şewata li herêmê li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Ozguneş di çalakiya rûniştinê de dowîzên ‘Destên xwe ji daristanên me bikişînin’ û ‘Cûdî dişewite rayeder bêdeng in’ hilda.

Beriya çalakiyê Ozguneş daxuyaniyek da çapameniyê. Ozguneş anî ziman ku jiyaneke bêyî daristanan nepêkan e û wiha axivî: “Şewata li Cûdî 3 meh in didome. Em baş dizanin ku ev şewata çawa dest pê kirin. Di encama gulebaranên leşkeran de li vê deverê şewat derdikeve û dibe şewitandina dar û xwezaya me. Gundiyên li quntarên Çiyayê Cûdî hewl didin ku vemirînin lê yên ku mudexileyî şewatê nakin pêşî li gundiyan digirin. Roja din gerînendeyê daristanê gelek wesayît şand ku agir vemirîne. Lê belê dîsa ji ber sedemên ewlehiyê, leşkeran ew şûn ve şandin. Me gelek caran li ser mijarê hesasiyetên xwe diyar kirin. Me bang li walî, rayedar, wezaret û hikûmetê kir. Lê mixabin heya niha bersiva erênî nedane me. Ev tê vê wateyê ku ‘bila hemû daristan bişewitin, ne xema me ye’. Kengê ku li rojavayê Tirkiyeyê şewatek daristanê çêdibe, em gişt bang dikin û bi hestiyar tevdigerin. Em dibêjin ku dilê me dişewite. Ji ber ku daristan ekolojî ye, qada jiyanê ye. Jiyan bê daristan nabe.”

Li dijî bêdengiyê

Ozguneş da zanîn ku kesên ku ji bo talana xwezayê ya li bajarên Tirkiyeyê dengê xwe derdixin, ji bo şewata li çiyayên Kurdistanê bêdeng dimînin û dengê xwe dernaxin û got ku ew jî li dijî vê xemsarî û bêdengiyê dest bi çalakiya rûniştinê dike.

Piştî daxuyaniyê Ozguneş dest bi çalakiya rûniştinê kir. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar