Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Polîsên alman êrîşî ‘Meşa Dirêj’ kirin

Navenda Nûçeyan |

Meşa Dirêj a bi dirûşma ‘Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan’ pêk tê, ji bajarên cuda yên Ewropayê gelek ciwanên kurd û enternasyonalîst tev li bûn.

Lê polîsên alman ku meşa dirêj ji bajarê Hannoverê destpêkiribû, hewl didin nehêlin ciwan derbasî Hambûrgê bibin.

Yek ji organîzatoran ji ajansa ANF’ê re axivî û diyar kir ku ciwan ji kampa lê diman ji bo biçin cihê destpêkirina meşê li trenê siwar bûn lê hatine rawestandin.

Hate ragihandin ku polîs bi îdîaya ‘bê bilêt li trenê siwar bûne’, ‘êrîşî kontroleran kirine’ ciwan rawestandine û nahêlin ku ciwan biçin tiwaletê jî.

Li gorî amadekaran, ciwanan piştre bilêt kirîne lê polîsên alman bi hincetên bêbingeh hewl didin meşê asteng bikin.

Heman çavkanî diyar kir ku polîs ji destpêkê ve hewl didin meşa bi destûr asteng bikin.

Çalakger ragihand ku beriya niha jî polîsan hewl dan rêgeha meşê ya ku destûr jê re hatibû dayîn biguherîne û tevî ku meş ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e hildana posterên Ocalan jî qedexe kirine.

Çalakgeran gotin ku tevî her timî ew aram mane hevkarên dewleta tirk a faşist hewl didin êrîşê wan bikin û meşe rawestînin.

Ciwan li gara trenê ne û ciwan ji aliyê polîsên alman ve hatine dorpêçkirin.

Lê piştî demeke kurt polîsên êrîş bir ser ciwanan û li gorî agahiyê destpêkê polîsan bi lêdanê çend ciwanan binçav kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar