Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî mîrateya xwe tevdigere

Hefteya borî Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li Enqerayê bi Erdogan û Çavuşolgu re li hev civiya. Di civîn û hevdîtinên ku pêk hatin de mijara sereke têkoşîna dijî PKK’ê û operasyonên li herêmê berdewam dikin bûn.

Bi van êrîşan ve dewleta tirk xwe li herêmê bi cih dike. Bi hebûna leşkerên tirk a li herêmê PDK jî hewl dide, xwe û pergala ku daye avakirin hilde saxlemiyê. Lê tişta ku ji bîr dikin ew e ku hevaltiya bi dewleta tirk re wê bi tu awayî bi wan nede qezenckirin.

Dewleta tirk bi vê hevkariyê ve dixwaze li bakurê Kurdistanê û li hemû deverên kurd lê dijîn bandora PKK’ê kêm bike û ger ji destê wan bê dixwazin PKK’ê tasfiye bikin. Lewma ev êrîşên ku bi awayekî sîstematîk li herêmê pêş dikevin perçeyekî vê polîtîkayê ne. Ne tenê li başûrê Kurdistanê, her ewqas jî li rojavayê Kurdistanê ENSK xwedî heman rolê ye. Hemû kesên siyaseta herêmê ji nêz ve dişopînin jî baş dizanin ENSK negengaz e ku bikaribe dijî gotina PDK û dewleta tirk derkeve. Lewma bi hincetên cûda cûda li herêmê pirsgirêkan derdixin û nahêlin li herêma Rojava yekitiya partiyên kurd bê avakirin.

Dewleta tirk ji despêkê ve li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê tehdîda dide avakirin. Ji derveyî tehdîdên leşkerî bi partiyên mîna ENSK’ê ve jî dixwazin di herêmê de bêîstîkrariyê bidin avakirin. Hewldanên dewleta tirk û PDK’ê ew e ku li rojavayê Kurdistanê jî partiyek mîna PDK’ê ji hemû milan ve bi dewleta tirk ve girêdayî hebe. Ji ber PDK û ENSK’ê jî heman tiştî dixwazin heya niha li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava bêdeng mane. Li gor wan dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê bûyerên ji rêzê ne. Ev yek jî bê polîtikbûyîna wan a ji bo pêşeroja Kurdistanê dide diyar kirin.

Dewleta tirk li herêma Kurdistanê bi awayekî pir zirav dixebite. Ji bo li herêmê destê PDK’ê li dijî partiyên herêmê û bi taybet jî di parlementoyê de lawaz li ser kar e. Di vê derbarê de beriya çend roja wezîrê karê derve yê tirk piştî hevdîtina bi wezîrê derve yê komara Kongoyê derketin pêşberî rojnamevana. Di civîna rojnamegerî de Çavuşoglu da diyarkirin ku “PKK dixwaze rêvebiriya Hewlêrê bi dest bixe.” Bi vê nirxandinê ve xwe wek parazvanên rêvebiriya Hewlêrê deklere kir û di heman demî de nerehetiyên xwe yên dijî YNK’ê jî anî ser ziman. Pêwîst e mirov qasî van nirxandinan ji rêzê nebîne, her ewqas jî pêwîst dike ku mirov rûyê reş ê vê tifaqa dijî hebûna kurd bibîne. Li gor wan mafê PKK an jî tevgerek kurdî nîne ku li herêma başûrê Kurdistanê hebûna xwe bidomîne.

Divê kurd li gorî aqilê dewleta tirk tevnegere. Ji ber vê yekê mîna li Tirkiyeyê zextên li ser aliyên demokrat û saziyên çapemeniyên di herêmên di bin kontrola PDK’ê de ne jî pir zêde bûne. Kesên ku hevkariya wan a bi dewleta tirk re erê nakin an tên binçavkirin an tên tehdît kirin.

Gelê herêmê jî ji hebûna zêde ya MÎT’a tirk ne rehet in. Êdî wisa lê hatiye ku başûrê Kurdistanê bi taybet jî herêma Zaxo, Duhok û Soranê bûye hêlîna MÎT’a tirk.

Lewma tişta PDK îro di bin pêşengiya Neçîrvan Barzanî de dike ne li gor mîrateya şehîdên PDK’ê ne. Pêwîst e gelê herêmê li nirxên xwe û mîrateya bi xwîna ewladên kurd ve hatiye avakirin derkevin. Ev erkê hemû kurdan e.

Nûçeyên Têkildar