Ekîm Polat ku di sala 2016’an de li Stenbolê hatiye girtin, bi hinceta ‘Rêvebiriya Eniya-Partiya Rizgariya Gel a Şoreşgerî (DHKP-C)’ 24 sal ceza lê hatiye birîn. Polat ku niha di Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê de ye, li girtîgehê nexweşîna KOAH û dil lê peyda bûye. Polat niha bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û di greva birçîbûnê de ye.
Dayika Polat Selvî Îlker, piştî li hucreyê girtiyekî gef lê xwariye xwestiye cihê wî bê guherandin lê ji ber ku nehatiye guherandin di 4’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dayik Îlker diyar kir ku girtiyekî edlî ku berê êrîşî kurê wê kiriye xistine hucreya li hemberî hucreya wî û wiha got: “Ew girtî ji bo kurê min gotiye neyarê min e. Rêveberî çawa dihêle ku wî kesî têxe hucreya hember? Her wiha heman girtiyê edlî berê ji bo kurê min gotibû ‘dijminê dewletê’. Ji roja ku hatiye girtin gef lê tên xwarin. Li wir tu ewleyiya kurê min tune ye. Dixwaze yan cihê wî yan jî yê wî girtiyî bê guherandin. Lê belê daxwaza wî nayê qebûlkirin.”
Îlker destnîşan kir ku yên gef lê dixwin gardiyan in û got, sergardiyan jê re gotiye: “Em ê te li vê derê binax bikin. Wê kes jî pê nizanibe.” Dayik Îlker got ku divê ew kes bên aşkerakirin û kes bêdeng nemine û xwest dev ji zarokê wê berdin û gefan nexwin.
‘Nayê tedawîkirin’
Îlker da zanîn ku kurê wê birine nexweşxaneyê lê belê nehatiye tedawîkirin û wiha domand: “Bijîşk sûcê kurê min jê pirsiye. Wî jî gotiye, ev ne karê te ye. Ji ber wisa gotiye nehatiye dermankirin. Hin derzî hene divê her meh wan li xwe bixe lê lê naxin. Ji ber vê kurê min ketiye greva birçîbûnê. Kesekî nexweşîna dil pê re be û dest bi greva birçîbûnê bike, ev ji bo wî mirin e. Wexta kurê min hat girtin baş bû lê niha nexweşînên giran lê peyda bûne. Wan destên xwe yên qirêj nedin wî. Cezayê tiştekî ku nekiriye dikişîne. Divê bê berdan.”
Sîxurtî lê tê ferzkirin
Îlker anî ziman ku kurê wê gotiye sîxurtî lê tê ferzkirin û wiha got: “Wê kurê min sîxurtiyê qebûl neke. Wê kurê min tiştekî ku ne kiriye qebûl neke. Wê wekî wan hereket neke. Greva birçîbûnê lêgerîna ji bo heq e, em tenê bi vî awayî dikarin doza heqê xwe bikin.”
Her wiha dayik Îlker axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Naxwazim kurê min bimire. Rewşa dilê wî nebaş e, dermanên wî nadinê. Tansiyona wî jî heye. Ji ber ku di greva birçîbûnê de ye, bifikar im. 48 meh in jê dûr im. Bila her kes destekê bide kurê min. Bila bibin dengê wî. Em dikarin bi hev re ji derheqê vê zilmê derkevin. Tenê ne ji bo wî, divê em ji bo hemû girtiyan tevbigerin.” STENBOL