Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê vê heftê jî pêk anîn.

Dayikên Şemiyê ji ber vîrûsa koronayê çalakiya xwe 807’an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pêk anîn. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta kesên di darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.

Birayê Cemîl Kirbayir ê di sala 1981’an de li Qersê di bin çavan de hat windakirin Mîkaîl Kirbayir, di çalakiyê de axivî û wiha got: “5 generalên di sala 1980’iyan de darbe kirin û dest danîn ser rêveberiyê, Tirkiyeyê xistin nava zulûmatê. Em weke xizmên kesên di bin çavan de hatin windakirin, ev 40 sal in li dijî vê zulûmatiyê têdikoşin. Kesên rastî dîtin, mirovên hemdem û şoreşger kirin binçavan û qetilkirin. Yek ji van kesên hatin qetilkirin birayê min Cemîl Kirbayir bû. Birayê min bi îşkenceyê qetil kirin. Ev 40 sal in em têdikoşin. Ligel ku TBMM’ê rapor derxist jî, hîna jî îdîaneme nehatiye amadekirin. Qatilên wî dernexistin pêşberî darazê. Lê bila baş bê zanîn ku em ê tu carî dest ji lêgerîna aqûbeta windahiyên xwe bernedin.”

‘Darbe kevneşopiya dewletê ye’

Dûre xwişka Hayrettîn Eren ê di sala 1980’iyan de li Stenbolê di bin çavan de hat windakirin Îkbal Eren axivî. Eren darbeya 12’yê Îlonê bi bîr xist û ev tişt anî ziman : “12’yê Îlonê rûyê reş ê vî welatê ye. Ewrên reş û tarî yên li ser welat ev 40 sal in hene. Em îro jî bi qanûnên darbeyê tên birêvebirin. Êdî rewş wisa bûye, darbe bûne kevneşopiya dewletê. Me bedelên pir giran dan, em hîna jî didin. Heskiriyên me bi îşkenceyan hatin qetilkirin. Lê ev 40 sal in înkar dikin. Çi dibe bila bibe me tu carî ji bîr nekir û em ê tu carî ji bîr nekin. Em tu carî ne bexşand û em ê tu carî nebexşînin.”

‘Em ê dest jê bernedin’

Biraya Suleyman Cîhan ê di sala 1981’an de li Stenbolê di bin çavan de hat windakirin Ahmet Cîhan jî, bal kişand ser bûyerên di 12’yê Îlonê de rû dan û wiha domand: “Darbeya 12’yê Îlonê di çarçoveya sermayedarên navneteweyî de, ji bo astengkirina têkoşîna demokrasiya ku bilind dibû, hat kirin. Bi vê darbeyê xwestin têkoşîna demokrasiyê asteng bikin. Heya ku dayik min jiyana xwe ji dest da jî daxwaza edaletê kir û li bendê ma ku edalet bê bicih anîn. Lê qatil hatin parastin û hîna jî tên parastin. 40 salên din jî derbas bibin, em ê daxwaz bikin ku faîl bên darizandin û edalet bê bicihanîn. Em ê tu carî dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.”

‘Em ê kesên qatilan diparêzin efû nekin’

Di heman demê de ji mirovên Şemiyê Ruhat Sena Akşener daxuyaniya vê heftiyê da û wiha got: “Em ê tu carî windakiriyên xwe ji bîr nekin. Divê rastiya 12’yê Îlonê derkeve holê. Ji bo ku ev pêk were, divê hestiyarbûnek civakî pêş bikeve. Em ê kesên di îşkenxaneyên 12’yê Îlonê de hatin windakirin û qetilkirin ji bîr nekin. Em ê kesên qatilan diparêzin jî tu carî efû nekin.”

Aqûbeta Kamîl Bîlgeç pirsîn

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin’ di hefteya 605’emîn de ji ber koronayê bi rêya vîdeoyê li dar xist. Xizmên Windayan di çalakiyê de aqûbeta Kamîl Bîlgeç ê di 27’ê mijdara 1995’an de li navçeya Silopiyaya Şirnexê hat binçavkirin û pişt re hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nehat girtin pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan çîroka windakirina Kamîl Bîlgeç xwend û diyar kir ku Bîlgeç keyayê gundê Xirabreşika Silopiya yê û ew bavê 11 zarokan bûye. Erdogan got ku Bîlgeç ji bo kaxizên hilbijartinê ji desteya hilbijartina navçeyê ya li Edliya Silopiya webigire çûye wir û dema derketiye carek din agahî jê nehatiye girtin.

Erdogan diyar kir ku tevî hemû serlêdan û lêgerînê jî encam nehatiye girtin û da zanîn ku beriya Bîlgeç were windakirin JÎTEM gefan li malbatê dixwe û ji kurapê Bîlgeç re jî dibêjin ‘roja te jî hindik maye.’

Her wiha Erdogan anî ziman ku kurapên Bîlgeç, Mehmet Bîlgeç û Halîl Bîrlik jî dema ji başûrê Kurdistanê vedigerin li deriyê sînor tên binçavkirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nayê girtin. STENBOL / AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar