PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Dê li Başûr bi dirûşma ‘Em dagirkeriyê têkbibin’ pêngavek were destpêkirin

Nerazîbûnên hemberî dagirkeriya dewleta tirk a dagirker roj bi roj zêde dibe. Bi vê armancê wê Eniya Demokratîk a Gel ku ji komek rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û aliyên siyasî pêk tê, dijî dagirkeriya dewleta tirk a dagirker pêngavek bidin destpê kirin.

Tê payîn sibe saet 17:00’an li Sekoya Azadî ya bajarê Silêmaniyê bi dirûşma ‘Em dagirkeriyê têk bibin’ pêngav were ragihandin.

Yek ji amadekarê pêngavê nivîskar Hesen Cûdî li ser vê mijarê axivî û wiha got: “Ev pêngav hem li hemberî dagirkeriya dewleta tirk e, hem jî hemberî êrîş û metirsiyên li ser destkeftiyên gelê me yê başûrê Kurdistanê ye. Me ji bo kar û çalakiyên pêngavê nexşerêyek amadekiriye. Li gorî vê çi çalakiyên boykot be, çi jî çalakiyên giştî be, wê dijî dagirkeriya dewleta tirk pêk werin.”

Hesen Cûdî herî dawî bang li rewşenbîr, jin, ciwan û hemû pêkhateyan kir û wiha got: “Bi erkê xwe yê welatparêziyê rabin. Dijî dagirkerî û metirsiyên li ser destkeftiyên başûrê Kurdistanê rawestin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar