Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin

Karkerê kurd Ozkan Tokay ê li navçeya Dînar a Afyonê di êrîşa çekdarî de hat kuştin li navçeya Erdîşê ya Wanê hat veşartin. Malbatê cenaze ji Afyonê wergirt û bi rêya balafirê serê sibehê anîn Wanê û ji wir jî birin Goristana Taxa Eganîsa Erdîşê. Gelek welatî û parlamenter û rêveberên HDP’ê xwestin beşdarî merasîma cenaze bibe. Polîs û leşker beşdarya welatiyan û HDP’iyan asteng kir û tenê destûra xizmên Tokay dan ku beşdarî merasîmê bibin. Balkêş bû ku Walî û Qeyûmê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî beşdarî merasîma cenaze bû.

Leşkeran beşdariya parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç û rêveberên HDP’ê asteng kir û di navbera wan de rageşî qewimî. Her wiha nûçegihanên ajansa me Mezopotamya û nûçegihên JINNEWS’ê yên xwestin merasîmê bişopînin jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Balkêş bû ku vîrûsa koronayê kirin hinceta astengiya HDP’iyan û rojnamegeran.

Piştî wecîbeyên olî anîn cih cenaze hat veşartin.

‘Em hemû berpirsyar in’

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç ê ku beşdariya wan merasîmê hat astengkirin li ber goristanê daxuyanî da û diyar kir ku Ozkan Tokay ji ber kurd bû hatiye kuştin. Sarisaç anî ziman ku gunehê her kurdek ji ber nasname û zimanê xwe tên kuştin di stûyê AKP-MHP’ê û yên bêdeng dimînin de ye û wiha got: “Ev guneh di stûyê me hemûyan de ye. Birayê me Ozkan şehîdê me hemûyan e. Divê her kes ji vê mirinê xwe beripirsiyar bigire. Bi taybetî heke kurd xwe ji xwe vê mirinê berpirsiyar nagirin, vê êşê wek êşa xwe nabînin, bila ew jî xwe bi darizînin. Ev rewş tenê bi Devlet Bahçelî û Suleyman Soylû nayê ravekirin. Belê îro Devlet Bahçelî, Erdogan û Suleyman Soylû mirina kurdan danîne pêşiya xwe û li ser kuştina kurdan plansaziyê kirine. Ji bo xwe li ser îktîdarê bigirin vê yekê bi xelkê didin bawerkirin. Xwe bi polîtîkaya ‘çiqas em kurdan bikujin û dijminatiya wan bikin wê ewqas îktîdara me saxlem bimîne’ birêve dibin.”

Sarisaç destnîşan kir ku pêwîst e li dijî polîtîkayên kujer ên îktîdarê yekitiya neteweyî ya kurd pêk were û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Yekitiya neteweyî ya kurdan dê 4 parçeyan rigar bike. Wê çaxê wê însan ji ber kurdî diaxivin û kurdbûna xwe neyên kuştin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar