Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

TJA starta kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ da

Tevgera Jinên Azad  (TJA) li dijî êrişên polîtîkayên taybet kampanyaya ji bo 4 mehan bi dirûşma ‘Em xwe diparêzin’ da destpêkirin.

Starta kampanyayê bi tevlibûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê,  endam û rêveberên HDP û DBP’ê, parlementerên HDP’ê Pero Dundar, Remziye Tosun, Ebru Gunay,  Semra Guzel, Meral Daniş Beştaş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, ji hemû bajaran çalakvanên TJA’yê hat dayîn. Derbarê kampanyayê de li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyaniyek hat dayîn.

‘Hebûna me li ser mîrasa berxwedaniyê ava bûye’

Di daxuyaniya TJA’yê de ev tişt hat gotin: “Em wek TJA, bi ruhê têkoşêr ê jinan, bi hest û evîna azadiyê ya hemû jinên berxwedêr ên Mezopotamyayê ku îro pêşengiya şoreşa jinê ya cîhanê dikin, em we silav dikin. Xweparastin mafekî sereke û bingehîn e û em jî îro ji bo ku kampanyaya xwe ya ‘Em xwe diparêzin’ bidin destpêkirin, li vir in. Zext û zor çiqas li me bê kirin jî, em xwe diparêzin û bi destkeftiyên xwe em heta roja îro hatine. Hebûn û destkeftiyên me li ser mîraseke berxwedanê ava bûye û beriya ku em dest bi kampanyayê bikin, em berê xwe bidin hişûbîra xwe ya li ser berxwedanê avabûyî, dê baştir bibe. Hikûmeta nijadperest û zayendparêz a ku me qebûl nake, her ku diçe êrîşên xwe yên li ser me zêdetir dike. Bi jenosîdan heta niha nîv milyon kurd hatin kuştin. Jinên kurd di vê komkujiyê de du caran hatin kuştin. Zarokên kurd di wargeh û dibistanên taybet de hatin bişaftin, ji nasname û hebûna xwe hatin bidûrxistin, ji ziman û çanda xwe fedî kirin. Xwestin ku betonê birijînin ser jinên kurd lê jinên kurd xwe parastin û cardin xwe afirandin.

Zimanê me qedexekirin

Di çil salên dawî de, me li dijî her cure êrîşan xwe parast. Bi dehan hikûmet hatin û têk çûn lê berxwedana me tu carî nesekinî. Dewletê, zimanê me yê dayikê qedexe kir, bi îşkence û lêdanê zimanê tirkî li ser zarokên kurdan ferz kir û ew ji dibistanan bi dûr xist. Li qereqolên dewletê, wekî Bosna Hersekê, fermandarê wek Musa Çitil, destdirêjî li Ş.A’yê û gelek jinan kir. Lê dewlet li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, hate mehkûmkirin. Polîtîkayên revandin, kuştinên failê wê nediyar, şewitandina gundan û koçberkirin, bênavber hat meşandin lê me jî tu carî berxwedan û têkoşîna xwe nesekinand. Nezayoktî, bi rêya derzî û aşiyan li ser jinan hat sepandin. Li dijî vê polîtîkayê me jî got, ‘kurtaj mafê jinan e, nezayokkirin, kuştarî ye’ û me berxwedana xwe mezin kir. Di salên 90’an de tîmên taybet û hêzên paramîlîter êrîşî jinan kir lê me jî bênavber berxwedana xwe domand, serî netewand û çok dananî.

Azadiya me namusa me ye

Jinan çiqas li ber xwe dan, dewletê jî ewqas polîtîkayên xwe yên şerê taybet kûr kir û êrîşî wan kir. Lê em netirsîn û em zêdetir derketin qadan û me xwe parast. Me, li dijî hişmendiya ku jinan wek ‘malê mêran’ û ‘namûsa mêran’ dibîne dengê xwe bilind kir û got em namûsa kesî nînin, namûsa me azadiya me ye. Bi kampanyaya xwe em reftarên destdirêjiyê têk dibin û civaka demokratîk ava dikin û me nehişt ku destdirêjî tenê wek bedena jinan bê fehmkirin. Me got, destdirêjî wekî çandekê belavî nav bedena me, axa me, ava me, xwezaya me, zimanê me, wekheviya me û qadên me yên azadiyê dibe û em derketin kolanan, gundan û taxan. Serwextbûna me rêxistina me xurt kir, rêxistina me parastina me ya cewherî bi pêş xist.

Di nava şer de me çeperên mor ava kir

Me li Sûr, Nisêbîn û di nav şer de, çeperên mor ava kir û jin ji tundûtûjiyê parast. Me got tecrîd sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye û me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer jî têkoşîna aştiyeke bi rûmet ji xwe re kir rêgezeke serekî. Em li axa xwe, li azadiya xwe, li serokatiya xwe xwedî derketin û me hebûna xwe parast. Em îro bi kampanyaya bi navê ‘Gulistan Doku li ku derê ye’ li dijî jineosîda jinan li ber xwe didin û hesabê wê dipirsin.

Hevserokatî xeta me ya mor e

Em îro li dijî pergal û zihniyeta qirêj a ku sed sal in bi awayên cûr bi cûr êrîşî cenaze û goristanan dike, li ber xwe didin. Me îro bi tecrûbeya tevgera azadiyê ya jinan a ku bêyî dewlet û mêran dikare xwe biparêze, bi pergala hevserokatiyê ya di rêveberiyên herêmî de, bi avakirina bajarên jinan, bi rêxistina xweser a jinan û bi jineolojiya ku zanista jiyanê ya jinê ye, yekem car di nav jinên cîhanê de rêyek vekir. Em îro jî dibêjin, em ji kuştin, destgîrkirin û zindanîkirinê natirsin, em jiyanê ava dikin, em desteserkirina mafên bijartin û hilbijartinê tu carî qebûl nakin. Serboriyên me parastina me ya cewherî ye, hevserokatî xeta me ya mor e.

Em ê bi kampanyayê re têkoşîna xwe verdewam bikin

Me hemû komkujî bi serkeftî têk birin û em heta îro hatin û em niha jî bi kampanyaya xwe ya ’em xwe diparêzin’ vê berxwedanê didomînin. Em ê li ber zihniyeta mêrperest û rejîma AKP-MHP’ê serî netewînin û berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê xwe li dijî hemû êrîşan biparêzin. Ev mafê me yê bingehîn e. Em cardin dibêjin kuştina jinan polîtîk e. Îro li Kurdistanê, çawişên wek Musa Orhan, wek DAIŞ’ê jinan direvînin, destdirêjiyê li wan dikin û wan dikujin. Dîsa li Dêrsimê Gulistan Doku hîn jî winda ye. Li Agiriyê leşkerekî Buşra, li Wanê jî gardiyanekî Dîlan qetil kir. Li Şirnexê çawişekî destdirêjî zarokek kir. Polîsê bi navê Ercan Uysaler ê li şaredariya Mêrdînê ya qeyûm de dixebitî, bi zorê destdirêjî li D.S’yê kir. Li Dêrikê bekçiyekî hewl da ku jinekê birevîne.

Di vê kampanyaya xwe de: Em li Kurdistan û Tirkiyeyê, di nav dewleta mêrperest, malbata mêrperest û civaka mêrperest de, li hemû destkeftiyên xwe yên me bi berdêlên giran bi dest xistine diparêzin û li dijî dagirkerî, destdirêjî, red û înkarê, em bedena xwe, jiyana xwe, keda xwe, axa xwe, ava xwe, zimanê xwe, azadiya xwe û hemû mafên xwe diparêzin.

Êdî bes e!

  • Em li dijî zihniyeta mêrperest a rejîma AKP-MHP’ê û hevkarên wan ên mêrperest ên ku bi mîlîtarîzmê, bi nijadperestiyê û bi zayendparêziyê li dijî jinan tevdigerin, xwe bi îdeolojiya azadiya jinê diparêzin û dengê xwe bilind dikin. Em zilmê qebûl nakin, em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev berxwedana xwe bilind bikin. Em ê di kampanyaya xwe de li dijî tundûtûjiya zayendî, fîzîkî, derûnî, dîjîtal, aborî ya hikûmet, dewlet û mêran, têkoşîna xwe bilind bikin. Bêcezatiya tundûtûjiya li ser jinan sûcek e, hevkariya kujeran e. Em ê li ber vê zihniyetê serî netewînin û xwe biparêzin.
  • Em ê di kampanyaya xwe de li dijî êrîş û polîtîkayên şerê taybet, li dijî tundûtûjiya zayendî ku jinan ji xwe re dike kole, li dijî zihniyeta ku ciwanan bi tîryakê ji civakê dûr dixe û bêrûmet dike, derkevin qadan û xwe biparêzin. Em ê di kampanyaya xwe de; li dijî lînçên ku jinên suryan, ermen, êzidî, kurd, gel û baweriyan ji xwe re dike armanc, têkoşîna xwe ya hevpar bilind bikin. Em ê di kampanyaya xwe de; civakê ji gotinên dîndar û kindar û nefretê û ji gotin û nivîsên pornografîk ên bi ser navê siyasetê tê gotin, biparêzin.
  • Em ê di kampanyaya xwe de; li dijî pergala ku tecrîda li Îmraliyê wek komkujiyekê dimeşîne, azadiyê biparêzin. Em dibêjin tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
  • Em ê di kampanyaya xwe de; li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya ku lîncan li hemberî kurdbûn, jinbûn û kurdîaxêviyê organîze dike, mafê xwe yê perwerdehiya zimanê dayikê biparêzin, sazûmaniya xwe xurt bikin û li nasname û hebûna xwe xwedî derkevin. 3 qat êrîş hebin, em ê 3 qatan parastina xwe xurt bikin.
  • Em ê di kampanyaya xwe de; li dijî wê zihniyeta ku dixwaze hin xalên peymanê biguherîne, peymanê betal bike, îmzeyê vekişîne û kuştina jinan teşwîq dike, Peymana Stenbolê biparêzin. Em ê li dijî êrîşa zayendî ya li ser zarokan û li dijî wan yasayên ku jinan bi êrîşkarên wan re bi darê zorê dizewicîne, têkoşîneke bêhempa bimeşînin. Em wekî parastina xwe ya cewherî, li destkeftiyên jinên cîhanê, li Peymana Stenbolê, li CEDAW, Pekîn+5 û li 6284’ê ya ku mafên jinan misoger dike, xwedî derdikevin û diparêzin.
  • Em di kampanyaya xwe de; êrîşa li ser destkeftiyên hevpar ên kurdan wekî êrîşa li ser yekitiya kurdan dibînin. Yekitiya Neteweyî ya Kurdan, parastina hemû kurdan e.
  • Em ê di Kampanyaya xwe de; li dijî polîtîkayên dewletê yên ku çavkaniyên sererd-binerd ên Kurdistanê dagir kiriye, zozan û çiyayan bombe dike, cotkarî û ajalvanî qedexe kiriye, hilberandin têk biriye, civak xizan kiriye, keda jinan dixwe û jinan mehkûmî mêran û dewletê dike, em ê aboriya komûnal bi pêş bixin.
  • Em di kampanyaya xwe de; li dijî zihniyeta ku ava me wek bendava asayîşê bi kar tîne û Heskîfa 12 hezar salî kiriye qurbaniyê bendava 50 salan û dîroka me, çanda me di bin avê de dihêle û daristanên me dişewîtine, têkoşîna demokratîk diparêzin.
  • Wek encam, em bang dikin ku; di serî de jinên ciwan ên kurd û gel û baweriyên kurdistanî û hemû dînamîkên tirkiyeyî yên ku wekhevî û azadî û yekitiya gelan diparêzin, werin û li kampanyaya me xwedî derkevin!” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar