Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir

Welatiyên ku li gundê Biyadîn a navçeya Çelê ya Colemêrgê dijîn, her sal di meha adarê de bi kedeke mezin birinc diçînin. Birîncê ku gundiyan îsal çandibûn, gihîşt û çinîna wî dest pê kir. Di van rojên ku krîza aborî kûr dibe û herkes ketiye etriya loqek nan, cotkarên birinc destnîşan kirin ku ji ber li gundê xwe ne û çandiniya birinc dikin gelek kêfxweş in.

Cotkar Adil Akgul diyar kir ku axa gundê wan bi xêr û bêr e û wiha got: “Ji ber ku axa gundê me bi xêr û bêr e, em çi li diçînin berhemeke baş jê digirin. Em debara xwe bi çandiniya xwe dikin. Ji ber vîrûs û krîza aborî me îsal gelek zehmetî kişand. Em li benda encameke baş in ji çandiniya xwe. Ji ber pandemiyê îsal herkesî xwe da çandiyê. Gelek deverên ku bi salan bû çandinî lê nedihat kirin îsal birinc, garis û kuncî lê hatin çandin. Di van rojên ku her tişt zem bûne gund ji bo me dibin avantajên baş.”

‘Valakirina gundan bû derbe’

Mûstafa Akgul ku beriya demeke dirêj mala xwe biriye Konyayê û niha vegeriyaye gundê xwe jî destnîşan kir ku jiyana li bajaran zehmet e û ev tişt anî ziman: “Jiyana li bajaran êdî nayê temûlkirin. Gelek kêfxweş im ku vegeriyame gundê xwe. Piştî vegera xwe ya li gund xweştir dijîm. Ji ber ku her tiştê xwe ez datînim weke ji min re belaş be. Di vê krîzê de em vê nekin dê nikaribin debara xwe bikin. Di vê pandemiyê de li şûna ku em li bajaran bimînin û aciz bibin, em hatin gundê xwe û karê xwe dikin. Ji ber avhewaya wî em salê du car çandiniyê dikin. Em ê piştî hilanîna birinc dê genim tov bikin. Di meha adarê de piştî hilalîna genim em ê disa birinc deynin. Di salên 90’î de gundê hat valakirin. Valakirina gundan derbeyeke mezin bû. Heke nehatibûna valakirin belkî niha ewqas pirsgirêka debarê nedijiya. Sedema perîşaniya me îro jî polîtîkayên wê demê ne.”

Dîsa vegeriyan gundê xwe

Kadriye Karabûlak jî da zanîn ku ji ber gundê wan bi darê zorê hatiye valakirin koçî bajar kirine û 2 sal in careke din vegeriyane gundê xwe û çandiniyê dikin û wiha got: “Li bajara me bi salan xîzanî kişand. Çawa ku me derfeta vegerê dît, em vegeriyan gundê xwe û dest bi jiyana xwe ya berê kir. Niha jî bi zarokên xwe re bi tiştên ku me çandine derbara xwe dikin.”

Her wiha Adnan Karabûlak jî da zanîn ku di nav 3 mehan de bi qasî ku têra wan a salekê bike birinc bi dest xistine û wiha got: “Di vê pêvajoya ku ewqas krîz heye de em bêyî ku muhtacî kesî bibin dijîn. Ez pêşniyar dikim ku herkesê gundê wan hene vê derfet ji xwe re bibînin. Tenê em daxwaz dikin ku herkes bi awayekî aram vegere gundê xwe.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar