Konseya Rêveber a KCK’ê ji 12’yê Îlonê ve bi bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê pêngavek da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de her ku diçe piştgiriya ji bo pêngava KCK’ê ya dijî dagirkeriyê zêde dibe.
Parlamentera berê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê Geşe Dara li ser girîngiya peyama KCK’ê axivî û diyar kir ku peyama KCK’ê berpirsyartiya hemberî xak, nîştiman, netew û xelkê Kurdistanê ye.
Dara da zanîn ku pirsgirêka gelê kurd pirsgirêkek neteweyî ye, ji bo wê pêwîstî bi hemahengiya hemû hêzên kurdî heye û got ku di vir pêwîst e Herêma Kurdistanê rolê xwe bilîze û ev tişt anî ziman: “Divê aliyên siyasî yên Kurdistanê guh bidin hemû bangên nîştimanî. Ger ev yek çêbibe, wê bibe milkê me hemûyan. KCK’ê vê peyama xwe ne ji bo ku Herêma Kurdistanê dawî li peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bîne ye. Lê di vê peywendiyên hebin, li ser bingehê berjewendiyên hevbeş û rûmeta hevbeş bin. Ji ber ku peywendiya li ser bingehê berjewendiyên hizbî, malbatî û şexsî ne, seqet e.”
Her wiha Geşe Dara diyar kir ku ger kurd yek bin, dê bikarin li hemberî hemû hêzan rawestin û îradeyek hevpar derkeve holê. SILÊMANÎ