Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

NY: Welatiyên kurd bi sîstematîk tên îşkencekirin

Navenda Nûçeyan |

Komîsyona Lêpirsîn a Sûriye ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî, rapora têkildarî Sûriyeyê ya xwe dispêre xebatên li qadê yên di navbara 21’ê Çile-Hezîranê de hatibû amadekirin, aşkera kir. Rapora ku li 45’emîn Rûniştina Mafê Mirovan a li Ofîsa NY ya Cinevreyê hate nîqaşkirin, Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paûlo Sergîo Pînheîro bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kir.

Di raporê de hate destnîşankirin ku hemû aktorên bi çek ên li Sûriyeyê bi domdarî sivîlan dikin hedef û wiha got: “Tevî agirbestê jî, sûriyeyî tên kuştin, bi zoriyên cidî yên binpêkirinên mafên tên.”

Rapora ku ji 25 rûpelan pêk tê bal kişandiye ser hemû binpêkirinên mafan ên aktorên li herêmê û hate gotin ku êrîşên zayendî yên li ser jin û zarokên keç, tundiya li ser sivîlan, bi zorê destdanîna ser milkên taybet her roja diçe zêdetir dibe.

Her wiha di raporê de cih hatiye dayîna binpêkirinên mafên mirovan ên hêzên hikûmeta Sûriye û komên terorîst ên cîhadî yên li Îdlib û her wiha sûcên şer û yên dewleta tirk a li Efrîn û Serêkaniyê jî.

Di raporê de bal ser van xisûsan hatiye kişandin:

“Îşkence, xesp û talan

Hêzên SMO di serî de bi zextê, îşkence û zorê dixwazin di serî de kurdan welatiyên herêmê ji herêmê derbixin. Malên taybet ên gelek kesî hatin dizîn û talankirin. Malên ku bi zorê tên desteserkirin û valakirin SMO yan jî malbatên wan dikevinê. Welatiyên kurd bi sîstematîk tên îşkencekirin.

Hêzên SMO’yê li herêma Efrînê kurdan ji cihê wan dike, bi zorê dest datîne ser milk û malên wan. Tûgaya Suleyman Şah mal bi mal digerin, bi armanca kesên ji derveyî Efrînê tên ji bo bi cih bikin, malbatên kurd ên jêrî 3 ferdî ji malê derdixin. Dîsa welatiyên kurd ji bo li ser ax û warê xwe bijîn bac ji wan tên girtin.

SMO li Efrînê mal bi mal digerin û ji walatiyên kurd daxwaza belgeya xwedîbûna mulkiyetê dikin, yên ev belge nîne, bi zorê ji malên wan derdixin û koçber dikin.

Bi zorê koç dikin û dest datînin ser malên wan

Mîna Efrînê Serêkaniyê ya bi ‘Tevgera Bariş Pinari’ a Cotmeha 2019’an ji ber şer kurdên ku neçar mabûn malên xwe biterikînin, hêzên SMO dest danîne ser mal û milkên wan. Bi vî awayî rê nayê dayîn ku ew welatî vegerin. Hêzên bi çek ên li herêmê malên kurdan îşaret dikin û sivîlan neçarî koçberiyê dikin. Yên vedigerin jî neçar dikin dîsa koçber bibin.

Kelûpelên nava malan hatin dizîn li cihên cuda tên firotin. Tûgaya Sûltan Mûrat kelûpelên ku dizîn li depoyekê kom kirin û piştre dubare difiroşin xwediyê malan. Ev jî dide nîşandan ku polîtîkayeke berê hatiye amadekirin.

Tûgaya Hamza bi zorê dest datînin ser malên kurdan û piştre jî van malan girêdayî saziyeke dewleta tirk dike yan jî dike navendeke ya qûrsa Quranê. Vekirina van navendan jî ji aliyê Waliyê Rihayê ve hatiye kirin. Dîsa Hêzên Biçek ên Tirk malên sivîlan ên li gundê Dawitiyê bi armanca leşkerî bikar tîne, rê nadin ku welatiyên vî gundî vegerin ser malên xwe. TSK di meha nîsan û hezîranê de hinek malên vî gundî şewitandin û hienk jî bi armancên leşkerî bikar tîne.

Welatiyên Efrîn û Serêkaniyê yên bi awayekî sîstematîk malên wan tên dizîn, dema ku serdanê li rayedarên bilind ên SMO’yê dikin, berdêla vê îşkence, revandin û piştî revandinê jî li pêşberî pereyan tên berdan.

Rayedarên tirk lêpirsîn û îşkence dikin

Kesên li Efrîn û Serêkaniyê ji aliyê hêzên SMO’yê ve tên destgîrkirin û piştre tên girtin û îşkencekirin bi hinceta ku berê têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hene û ev kes ji aliyê rayedarên tirk ve tên lêpirsîn.

Mirovên ku li Efrînê tên girtin piranî li girtîgehên navendî ya Efrîn an jî li avahiya Lîseya Aborî ya Efrîn û îro jî weke Biryargeha Polîsên Leşkerî ya SMO tê bikaraîn di girtîgehên binerdî de tên ragirtin. Hinek girtî jî nayê zanîn birine ku û agahî bi malbatan re nayê parvekirin.

Her wiha sivîlên eslê xwe kurd û dîsa welatî ji ber ol û netewa xwe tên lêpirsîn û bi rojan tên îşkencekirin, birsî û bê av dihêlin.

Du jinên ku mijdara 2019’an hatibû destgîrkirin ji aliyê hêzên SMO’yê ve li Serêkaniyê dema ji aliyê rayedarên tirk ve dihatin lêpirsîn hêzên SMO bi destavêtina wan ew tehdît kiriye.

Jinên êzidî neçarî îslamyetê dikin

Li Serêkaniyê jin jî di nav de gelek sivîl ji aliyê SMO’yê ve hatin destgîrkirin û bi hinceta têkiliya ‘bi terorê’ re ji aliyê rayedarên tirk ên li herêmê ve sewqî Tirkiyeyê hatiye kirin û li ser aqûbeta van kesan tu agahiyek nehatiye girtin.

Jinên êzidî yên li Serêkaniyê û Efrînê ji aliyê SMO’yê ve hatin destgîrkirin di bin kontrola rayedarên tirk de neçar kirine ku bikin misilman. Di nava mijdara 2019’an û tîrmeha 2020’ê de li Serêkaniyê û Efrînê 49 jinên êzidî ji aliyê hêzên SMO’yê ve hatine girtin.

Destdirêjî û destavêjin jin û mêran

Siberoja jinên kurd ên li Efrîn û Serêkaniyê nediyar e. Ji ber tirsa hêzên SMO yên di bin kontorla Tirkiyeyê de ne jin di malê de asê mane. Jin û zarokên keç ji aliyê vê hêzê ve tê destgîrkirin û destdirêjî û destavêtin wan.

Dîsa li girtîgehên Efrînê tundiya li ser jin û mêr hatiye belgekirin. Hêzên SMO’yê mêrek neçar kirine ku şahiyê ji destavêtina zarokekê re bike. Bi girseyî destdiavêjin zarokan.

‘Di mehekê de 30 jin hatin zewicandin’

Di meha sibatê de destavêtin 30 jinan. Hêzên SMO yên diavêjin ser malan êrîşên zayendî li ser jinan dikin, an jî dest diavêjin wan. Yên vê dikin nayên cezakirin.

Tûgaya Sûltam Mûrat jinên kurd direvînin û neçarî zewacê dikin. Di meha çileyê de endamekî vê Tûgayê jinek revandin û neçarî zewacê kirin. Mehek piştre jî ev jin berda.

Mîrasê çandî tên tunekirin

Li herêmên ku di bin kontrola dewleta tirk û çeteyên wê de ne mîrasê çandî tê tunekirin. Hêzên SMO’yê li Efrînê gelek mîrasê çandî û olî tune kirin. Li herêma Efrînê Qastel Jîndo, Qibaar, Cindayrîs, Sharran û gelek goristan û merqebên êzidiyan hatin dizîn û talankirin.

Hemû binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer ên li Efrîn û Serêkaniyê bi vekirî binpêkirina mafên hiqûqa mirovî ya navneteweyî ne, dewleta tirk ji van sûcan berpirs in.

Hêzên tirk ji dizîna milkên sivîlan û bûyerên destdanîna ser haydar in, destgîrkirin û îşkencekirina sivîlan di bin kontrola rayedarên tirk de pêk hatine. Rayedarên tirk ên li pêşiya vê nabin asteng, lixwegirtinên Tirkiyeyê binpê kirine.”

Komîsyonê diyar kir ku yên li Sûriyeyê hatine destgîrkirin û ji bo bên darezandin bi awayekî bê hiqûqî şandina Tirkiyeyê bi bîr xist ku wê di çarçoveya sûcê şer de binirxîne û wiha got: “Ev rewş dide nîşandan ku SMO û hêzên Tirkiyeyê di bin rêveberiyek û kontroleke ya hiyarerşî de ne. Sûcên şer ên van koman kirine, wê li ser bingehê ferman û navenda kontrolê bê nirxandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar