Li Şaxa Wanê leşkerên tirk Servet Turgut (55) û Osman Çiban (50) di 11’ê îlonê de binçavkirin, piştî bi 2 rojan diyar bû ku Turgut û Şîban li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê li serwîsa rewşa giran hatine razandin. Malbat jî li ber nexwşexanê disekinin.
Her wiha piştî rapora derbxwarinê ya Çiban ku hatibû gotin îşkence lê hatiye kirin, rapora derheqê Turgut jî derkete holê. Di rapora Turgut de tê gotin, ‘Nexweşê ku navê wî nayê zanîn ji ber ku ji cihekî bilind ketiye anîne’. Tê gotin leşkerên ku Turgut û Çiban anîne nexweşxanê rapora ‘ji cihekî bilind ketine’ dane.
Wekîlê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç jî bal kişande ser îfadeyên şahidan û got ku ji helîkoptêrê hatine avêtine. WAN