Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî banga girtina Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) kiribû. Konseya Navenda TTB’ê têkildarî banga Bahçelî daxuyaniyek nivîskî weşand û bersiva banga wî da. Di daxuyaniyê TTB’ê de ev tişt hat gotin: “Jiyan û jiyandin pêwîstiya têkoşîna me ya dîrokî ya berpirsiyariya bijîşkiyê ye. Em ê dest ji nûnertiya bijîşkiyê bernedin. Yekitiya Tabîbên Tirk ji bo mafê tenduristiyê û jiyanê yê mirovan têkoşînek bêhempa dide. TTB neçare ku di warê tenduristiyê û jiyanê de di çarçoveya gerdûnî, yasayî û berpirsiyariya etîk de raya giştî agahdar bike. Ji bo em hevalên xwe bi bîr bînin û ji bo hevalên me din nemirin deynê stûyê me ye ku em bikevin nava hewldanan. TTB û bijîşk çawa duh li ser karê xwe bûn dê ji îro şûn ve jî bi berpirsiyarî tevbigerin û pêwîstiya berpirsiyariya xwe bînin cih. Em wek Konseya Navendî ya TTB’ê li pey gotinên xwe ne û em li ser wezîfeya xwe ne.” ENQERE