Li Colemêrgê, di çarçoveya kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ a berî du rojan ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat destpêkirin de çalakî hat lidarxistin.
Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn. Jinên ku kincên neteweyî li xwe kirin, govend gerandin, tilîlî dan û dirûşman berz kirin.
Dûre daxuyanî hat dayîn. Hevseroka HDP’ê ya Şenzînanê Sozdar Atîlla di daxuyaniyê de axivî û xwest hemû jin piştgiriyê bibin kampanyayê. COLEMÊRG