Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, girtiyên siyasî bi armanca şermezarkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê derneketin hevdîtinê. Girtiyan xwestin bi vê çalakiya xwe binpêkirinên mafan, nedayîna avê, dezenfektan û amûrên paqijiyê, şermezar bikin. Hat diyar kirin ku girtî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe dixwazin hevdîtinê bi rayedarên girtîgehê re bikin lê ev daxwaza girtiyan nayê qebûlkirin.
Malbatên ku çûn hevdîtinê ji ber ku zarokên wan derneketin hevdîtinê, demek dirêj li ber girtîgehê rawestiyan. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û endamên MED TUHAD-FED’ê ji bo ku derbarê mijarê de agahî bigirin, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê Ozgûneş diyar kir ku ew ê têkildarî mijarê bi rayedaran re di nava têkiliyan de bin û got ku ew ê şopdarê bûyerê bin.
Malbatên girtiyan jî xwestin ku binpêkirinên mafên girtiyan bi lez bi dawî bibin. ŞIRNEX