Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bes ji tecrîd, faşîzm, dagiriyê re; dema bidestxistina azadiyê ye’

Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku, wan serdemeke nû ya tekoşînê daye destpêkirin. Di vê pevajoya ku hem êrîşên qirker ên mêtinger li ser serê kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên derveyî welat hene û hem jî di salvegera darbeya faşîşt a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî ya 40’emîn de, aşkerakirina vê daxuyaniyê wateyek xwe ya dîrokî heye.

Dewleta T.C’ê ya mêtinger–faşîst ji mêj ve heta roja îro, li dijî gelê Kurdistanê êrîşên qirker ên fizîkî û çandî pêk tîne û her wiha li Tirkiyeyê jî heman êrîşan li dijî sosyalîst, şoreşger, demokrat, jin, kedkar, hêzên aştîxwaz û ciwanan di asteke herî jor de pêk tîne. Ev daxuyanî di vê pêvajoyê de ji hemû êrîşan re bû bersiv.

Gava ku em bala xwe bidinê ev daxuyanî di pêvajoyeke wisa de hat aşkerakirin ku serokomar, serfermandarê giştî yê leşkerî, serokê karên derve û yê karên hundir li ser navê dewleta TC’ê digotin “me dawî li PKK’ê anî”, “wê şopa wan jî nemîne”, “êdî wê kes nikaribe navê wan jî hilde”, “êdî nikarin bên ba hev”. Her wiha biryareke wiha di civînekê hatiye wergirtin ku bi tevlîbûna KCK-LR û saziyên pê ve girêdayî pêk hatiye. Hêleke din a vê bersiva hatî dayîn heye; ev daxuyanî derew û berovajîkirinên li ser navê dewleta TC’ê ya qirker, mêtinger-faşîst tên kirin aşkera daye nîşandan.

Beriya KCK’ê, HPG a Hêza Parastina Rewa ya Têkoşîna Demokrasî û Azadiyê ya Kurdistanê ye biryara pêngavan dabû û ev biryar di demên cuda de, li gorî pêdiviyên serdeman pêk anîbûn. Li dijî êrîşa dagirkeriya dewleta TC’ê ya qirker a li Heftanînê ku navê “Pence-Piling” lê kirine, pêngava “Cenga Heftanînê” dabû destpêkirin. Nêzî du meh û nîvan bi berxwedaneke lehengiyê ev êrîşa dagirkeriyê têk bir û derbên dijwar li hêzên dagirker xistin. Ev biryara civîna KCK-LR (Lijneya Rêveber) û saziyên pê ve girêdayî de tê vê wateyê ku dewleta TC’ê ya qirker li Heftanînê hatiye tekbirin û ji bo darbeya dawîn lê bixin bang dike.

KCK-LR di civînê de bi dirûşma “Bes ji tecrîd, faşîzm, dagiriyê re; dema bidestxistina azadiyê ye” di 12’ê Îlona 2020’î de li dijî dîktatoriya faşîst a R.T Erdogan-D. Bahçeli ya di sala 40’emîn a faşîzma 12’ê Îlonê de xwe nû kiriye, dest bi pêngaveke têkoşînê ya serdema nû kir. Ev di heman demê de, bi ruhê seferberiyê bangek e li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşên qirkirina fizîkî, çandî yên dewleta TC’ê. Ev bang ne tenê li gelê Kurdistanê, sosyalîst, şoreşger û kesên alîgirên têkoşîna demokrasî û azadiyê ye, her wiha li alîgirên sosyalîzm, demokrasî, azadî, li dijî zayendperestiya serweriya mêr azadiya jinê diparêzin, mafên mirovan ên bingehîn, ekolojî û jiyanek bi rûmet; rêxistin, kom, tevger, derdor û her wiha li her kesî hatiye kirin. Hem bangeke wiha hatiye kirin hem jî tê destnîşankirin ku bi bilindkirina têkoşîna berxwedanê bi Tirkiyeyê re Rojhilata Navîn jî wê bê demokratîkkirin.

Rastiya mêtingehbûna Kurdistanê ya navdewletî jî, mafdarbûna tesbîta dirûşma “Bes ji tecrîd, faşizm, dagiriyê re; dema bidestxistina azadiyê ye” nîşan dide. Çimkî li Kurdistanê têkbirina dagirkeriyê, ew ê dewletên ku Kurdistanê li bin siya êrîşên qirker, di nav pêwendiyên mêtingehiyê de dihêlin çareser bike û gelê van welatan bigihiîne demokrasiyê. Jihevdaketina her çar dewletên mêtinger ên Rojhilata Navîn û bidestxistina demokrasiyê ya van gelan, di heman demê de tê wateya rakirina astengiyên herî mezin ên li ber demokratîkbûna welatên Rojhilata Navîn.

Li Kurdistanê bidawîanîna dagirkerî/mêtingeriyê, li Tirkiyê têkbirina faşîzmê; ew ê tenê bi azadiya Rêber Apo pêk were. Çimkî Rêber Apo û Kurdistan rastiyên wisa nin ku bûne yek. Rêber Apo heta ku peywir û berpirsiyariya dîrokî negirtibû ser xwe û dest bi tevgerê nekiribû, Kurdistan di rewşeke wiha de bû; “wek mêtingeh jî nedihat hesibandin” , “bêstatu”, “di metirsiya tunebûna ji dîrokê de bû”, “wek qada tirkkirin/belavbûna neteweyî ya tirk dihat dîtin”.

Rêber Apo bi hişmendiya xwe ya dîrokî vî tiştî bi encam kiriye; rastiya gelekî ku di têkoşînê de ji nû ve jîn dibe derdixe holê û ew aniye asta bidestxistina azadî/rizgariya xwe. Sedema girtina wek dîlekî bi komployeke navneteweyî û teslîmkirina Rêber Apo ji bo dewleta T.C’ê ya qirker, hewl da li ber tercîha gelê Kurdistanê ku xwe spartiye îrade, hêz û hişmendiyê bibe asteng. Ji ber vê yekê têkbirina tecrîda li ser Rêber Apo ew ê bi azadiya wî û Kurdistanê pêkan be.

Têkbirina tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê û avakirina azadiyê bi azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê pêkan e. Ji bilî vê tu rêyeke din a çareseriyê tune ye. Rastiya komploya navneteweyî ya ku 21 salan temam dike û derbasî sala 22’emîn dibe, ev yek gelek caran piştrast kiriye. Niha jî rastiya hatiye piştrastkirin, derbasî pêvajoya bi navê tam ‘dema wê ye’ bûye. Ji bo pêkanîna vê biryardariya ku KCK-LR’yê nîşan daye, bang li hemû kesan hatiye kirin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Kürdistan’ın devletlerarası sömürge olma gerçekliği de, “Tecride, faşizme, işgale son; özgürlüğü sağlama zamanı” olarak şartlaştırılan bu belirlemenin de ne kadar isabetli ve doğru olduğunu göstermektedir. Çünkü devletler arası bir sömürge olan Kürdistan’da işgale son verilmesi, Türkiye ile birlikte Kürdistan’ı soykırımcı saldırılar altında, sömürgeci ilişkiler içerisinde tutan devletleri çözeceği gibi bu ülkelerin halklarının da özlemini duydukları demokrasi ile buluşturacaktır. Ortadoğu’nun bu belli başlı dört sömürgeci devletinin çözülmesi ve halklarının demokrasiyle buluşturulması aynı zamanda tüm Ortadoğu ülkelerini demokratikleştirilmesi önündeki en büyük engellerin de ortadan kaldırılması anlamına gelecektir.

Kürdistan’da işgale/sömürgeciliğe, Türkiye’de faşizme son verilerek; özgürlüğün sağlanması da ancak ve ancak Önder Apo’nun özgürlüğü ile olanaklı bir hale gelmiş olacaktır. Çünkü Önder Apo ve Kürdistan birbiriyle bütünleşmiş bir gerçekliği anlatmaktadır. Önder Apo tarihsel görev ve sorumluluğunu üstlenerek, harekete geçtiği ana kadar, Kürdistan “sömürge bile sayılmayan”, “statüsü olmayan”, “tarihten yok olmakla/silinmekle karşı karşıya getirilen”, “ulusal yayılma/Türkleştirilme alanı olarak görülen bir ülke” konumundaydı. Önder Apo tarihsel çıkışı ile buna son vererek, mücadele de dirilen bir halk gerçekliğini ortaya çıkarmış ve onun özgürlüğünü/kurtuluşunu sağlama aşamasına getirmiştir. Önder Apo’nun uluslararası bir komplo ile rehine olarak alınmasının ve soykırımcı TC Devleti’ne rehine olarak teslim edilmesinin nedenini de tamamen özgürlüğünü/kurtuluşunu sağlama aşamasına gelen Kürdistan halkının kendi öz bilincine, gücüne, iradesine dayalı olarak yapmış olduğu bu tercihi engellemeye çalışılması oluşturmuştur. Onun içindir ki, Önder Apo’nun rehineliğine ve bu rehineliğin gerçekleşme biçimi olan mutlak tecride son verilmesi de, onun ve Kürdistan’ın özgürlüğe kavuşmasıyla mümkün olacaktır.

“Tecride, faşizme, işgale son” verilmesi ve “özgürlüğü-n- sağla-n-ma”sı da ancak Önder Apo’nun, Kürdistan’ın özgürleşmesi ile mümkündür. Bunun dışında da bir başka çözüm yolu yoktur. 21.yılını doldurarak 22.yılına girilecek olan uluslararası komplo gerçeği de bu gerçeği defalarca doğrulamıştır. Şimdi ise doğrulanan bu gerçeği, gerçekleştirmenin tam “zamanı” olarak adlandırılabilecek bir sürece girilmiştir. KCK-YK’nin yaşamış olduğu kararlaşmada bunu yaşamsallaştırmak için harekete geçilerek, herkesin üzerine düşen görevleri, sorumlulukları yerine getirme çağrısı olmuştur.

Nûçeyên Têkildar