Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em xwe nagihînin windayên xwe û edaletê’

Navenda Nûçeyan |

Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên ji bo dîtina kesên winda û darizandina kujeran vê heftê jî pêk anîn.

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 606’an de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ bi rêya vîdeo daxuyanî dan û aqubeta windayan pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê ya Amedê Yakup Guven, daxuyanî da û aqûbeta Hakki Kaya yê di sala 1996’an de hatibû revandin pirsî.

Guven anî ziman ku Kaya karkerê neqliyatê bû û wiha got: “Di 18’ê Mijdara 1996’an de kesên bi çek wî bi Torosa Spî revandin. Wê demê li gel Ahmet Yaşar û Metîn ku paşnavê wî nehat zanîn ji tenişta Lîseya Ziya Gokalp diçûn Yekderî (Tekkapi) yê Sûrê. Di rê de maşîna Torosa Spî ya plakeya wê ‘06 EKN 22’ nêzî wan bû. 3 kesên çekdar ku xwe wekî polîs dan nasîn, li nasnameyên wan nerî. 3 kesên çekdar pirs ji Kaya  pirsîn û pişte 3 kes li maşînê siwar kirin û revandin. Dema maşîne gihişt Lîseya Pîşeyî ya Endustriyê ji xeynî Kaya, hevalên wî Ahmet û Metîn ji maşînê daxistin. Yaşar xwest hevalê wî Kaya jî serbest berdin. Lê 3 kesên bi çek neheqî li wan kirin û çûn. Ahmet Kaya ku polîsan bi Maşîna Spî ya Toros ew li ber Lîseya Ziya Gokalp li erebê siwar kirin carek din agahî jê nehat girtin.”

Guven destnîşan kir ku kurê Hakki Kaya Efendî Kaya di 27’ê Mijdara 1997’an de serî li Dozgerê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê  (DGM) daye û piştî serlêdan kirin, dest bi lêpirsînê kirine. Guven da zanîn ku 23 sal in hêj lêpirsîn didome û bi encam nebûye.

Dayikên Şemiyê aqûbeta Morsumbul pirsîn

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya ji bo dîtina aqûbeta xizmên xwe yên winda û cezakirina faîlên wan li dar dixin, di hefteya 808’emîn de li dar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser hesabên medya civakî hat lidarxistin û di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Morsumbul hat pirsîn.

Di çalakiyê de destpêkê birayê Huseyîn Morsumbul ku di bin çavan de hat windakirin Şahîn Morsumbul axivî. Morsumbul diyar kir ku polîs û leşkeran kekê wî bi serdegirtina mala wan de bin çav kirine û wiha got: “Dayika min ji wan re got, ‘hûn dibin ku derê’. Got, ‘Em ê bibin lêpirsîna wî bikin û berdin’. Piştre me hîn kir ku ji Fermandariya Cendirmeyan reviyaye. Dayika min 36 salan li kekê min geriya.  Hat îşkencekirin, bi erdê ve hat kişandin. Hat binçavkirin. Niha me têkoşîna wî dewr girtiye. Em ê vê têkoşînê bidomînin.”

Ji welatîbûnê hat derxistin

Piştî birayê Morsumbul parêzera malbatê û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn axivî û diyar kir ku piştî hatiye binçavkirin carake din agahî ji Morsumbûl nehatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Malbata wî gelek caran serî li saziyên rayedar da lê tu encam bi dest nexist. Piştî ku çalakiya Dayikên Şemiyê di sala 1995’an de dest pê kir, malbatê wekalet da me. Min bi vê wekaletê ji gelek deveran re pevnivîs nivîsand. Heta di pevnivîsandinekê de me hîn kir ku di sala 2003’yan de bi hinceta ku leşkerî nekiriye, Morsumbul ji welatîbûnê hatiye derxistin. Di sala 2012’yan de Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê lêpirsîn da destpêkirin. Lê dozgeriyê di dawiyê de biryara neşopandinê da. Me vê biryarê îtîraz kir û hê jî bersiva îtîraza me nehatiye dayîn.”

Sedema nediyarbûna aqûbetan

Li ser navê Dayikên Şemiyê ji mirovên şemiyê Arzû Ocak, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend. Ocak diyar kir ku ji bo diyarkirina aqûbeta windayan û darizandina faîlên têkoşîna aştiyane ya herî dirêj a Tirkiyeyê dimeşînin û wiha got: “Ji ber ku vîneke siyasî ya aqûbeta windayan derxe holê û faîlê wan bidarizîne tuneye, rêyeke bi bandor nayê dîtin û em xwe nagihînin windayên xwe û edaletê.”

ÎHD’ê ya Îzmîrê aqubeta Eroglu pirsî

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê jî çalakiya xwe ya vê heftê pêk anî. Vê hefteyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da. Canli aqûbeta Şeyhmûs Eroglu pirsî.

Canli anî ziman ku leşkeran di 21’ê Îlona 1995’an de li Êlihê bi ser mala Eroglu de girtin û ew li malê binçav kirin û birin û wiha got: “Piştî leşkeran bi ser mala Şeyhmus Eroglu de girtin, çarek din agahî jê nehat girtin. Li Tirkiyeyê nêzî 800 mirov hatine windakirin. Hin kes ji wan di bin çavan de hatin windakirin. Hin kes li ber çavê her kesî di nava rojê de hatin revandin. Hin kes ji malên xwe hatin revandin û carek din venegeriyan. Şeyhmus Eroglu jî di 21’ê Îlona 1995’an de binçav kirin û carek din agahî jê nehat girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar