Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sînor mirovahiyê dikuje!

Munzur Dersim |

Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin ku li rojavayê Kurdistanê û gelemperiya wê ji aliyê dost, hevalbend û partiyên kurd ve daxwaza yekrêziya kurdan tê kirin û hevdîtin li ser vî bingehî tên meşandin. Bi yekrêziyê dixwazin bi awayek lezgîn ‘Kongreya Neteweyî’ pêk were. Lê belê dema ku em li aliyê din temaşe dikin li ser sînorê rojavayê Kurdistanê baregehên nû ji aliyê PDK’ê ve tên avakirin û li hemberî vê yekê jî aliyên ku daxwaza yekrêziya kurd li rojavayê Kurdistanê dikin ên wek parçeyek ji PDK’ê ne, partiya bi navê ENKS li hemberî vê yekê bêdeng û bêhelwest e.

Dema ku mirov dibêje sînor gelo çi tê bîra me? Yek ji pirsgirêkên gelê kurd a herî mezin sînorê ku di nav wan de derbas dibe ye. Em pirî caran dibêjin welatê me bûye çar parçe. Lê ji ber ku em mijarê baş û berfireh nizanin û em dibêjin welatê me bûye çar parçe. Ev jî ji perwerdehiya ku ne di destê me de ye tê. Ji ber ku sînorên di navbera kurdan de hatîn xêzkirin li ser bingeha ku çand, nasname, ziman, dîrok, dayik, xak bi kurt û kurmancî mirovahiya mirov ji destê mirov dide qut kirin e. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin sînorên ku di navbera xaka her çar parçeyên Kurdistanê de hatin xêzkirin gelê kurd dixe astek wisa ku di qirkirin, dorpêç û tunekirinek de ku di tu sedsalan de ne hatî jiyîn bide jiyandin. Ji ber ku dema mirov li sînoran temaşe dike, dibîne ku dayik û welat ji hev hatine qutkirin û li ser xaka mirov bi xwe mirov dide kuştin.

Dema ku em li pêvajoyê temaşe bikin, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bûyerên girîng ên ber biçav rû didin. Yek ji van bûyeran jî di rojên herî dawî de li ser sînorê rojavayê Kurdistanê hat dîtin ku PDK bi hevkariya dewleta tirk nêzî 40 bargehên xwe dane ava kirin û her roja ku diçe hêzên çekdar û leşkerî li van bargehan zêde dike. Ev yek di demek wisa de tê kirin ku li rojavayê Kurdistanê di navbera partiyên kurd de yekrêziya gelê kurd tê xwestin. Her ku qala yekrêziya gelê kurd tê kirin PDK bi dijminahiya ku li gel hevkarên xwe dide meşandin planek cuda li dijî vê yekrêziyê dide pêkanîn. Ji ber ku di demên derbas bûyî de jî bi navê li hevkirina Hewlêr û Dihokê li ser yekrêziya gelê kurd li bajarên Hewlêr û Dihokê li hevkirin hatibûn xêzkirin. Lê minxabin li dijî vê li hevkirinê jî partiya PDK’ê bi hevkariya dewleta tirk xwe dûrî vê yekê girt û ket pey provakasyonên cuda cuda. Ji ber ku dema qala yekitiya kurd tê kirin PDK xwe ji vê yekê dûr dixe û dikeve pey provakasyonên dijminatiya kurdan.

Divê em di demê niha de vê yekê bigirin dest û em bêjin. Ger pêşengên me yên wekî ‘Qazî Mihemed, Seyîd Riza, Şêx Seyîd, Qasimlo’ û hwd. îro jiyan kiriban û li vî dîmenê ku niha li ser sînorê rojavayê Kurdistanê tê jiyîn temaşe kiriban wê çi gotin li ser gotiban.? Gelo wê dest ji doza kurd berdana yan wê temaşeyî qetilkirin, komkujî û qirkirina gelê kurd kirban? Ji ber ku ev tişta ku niha tê jiyîn yek carî qirkirin, dorpêç, talan û komkujiya li dijî gelê kurd tîne bîra mirov. Ev yek jî bi destê qaşo birayên kurd ên bi navê partiya PDK’ê tê kirin. Di heman demê de mirov dikare ji çûyîna Nêçîrvan Barzanî ya li gel Erdogan vê yekê piştrast bike ku planek qirêj li dijî kurdên rojavayê Kurdistanê hatiye plankirin û dixwazin planê ji başûrê Kurdistanê û bi dorpêç û sînorên ku mirovahiyê dikuje re bidin destpêkirin. Ji ber ku her çendî qala yekrêziya kurd an jî Kongreya Neteweyî tê kirin Partî Demokratî Kurdistan (PDK) li dûrî vê yekê dimîne û dikeve pey lîstokên tunekirina gelê kurd.

Di demên derbas bûyî de û di van demên dawî de ji bo li hevhatin partiyên kurdî yên li rojavayê Kurdistanê di navbera PYD û ENKS’ê de bi navbendkariya hêzên hevpeymanî li hevkirinek hat li darxistin û li ser çend xalan ev li hevkirina ket pratîkê. Her dualî ji vê li hevkirinê razî bûn lê belê piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve ya Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu ya ku digot, ‘em ê bi tu awayî rê nedin ev li hevkirina pêk were’ bi yek carî partiya ENKS’ê ne bi awayekî fermî jî be bi daxuyaniyên berovajî xwe ji li hevkirina hatî pêkanîn dûrxist û dest bi daxuyaniyên reşkirina mafên kurdên li Rojava kir. Piştî van bûyeran û hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya li gel Erdogan hat xuyakirin ku li ser sînorê rojavayê Kurdistanê PDK’ê bargehên xwe zêde dike û hêza xwe ya leşkerî û çekdarî bi cih dike. Em dikarin li vir bêjin kiryarên niha tên kirin tên çi wate yê û yekitî û biratî li ku ye! Em dikarin bêjin sînorên ku bi van plan û peymanan hatin xêzkirin ên ku niha li ser bazara gelê kurd bi destê birayê wî tê kirin ew sînor in yên ku mirovahiyê dikujin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar