Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurdan e’

Tora Ziman û Çanda Kurd dê di 21’ê Îlonê de têkildarî salvegera qetilkirina Mûsa Anter (Apê Mûsa) panela bi navê ‘têkoşerek, rojnamegerek û bavek’ li ser hesabên xwe yên medya civakî yên weke youtube, facebook, twîter û perîscopê di saet 21.00’an de lidar bixin. Panela ku moderatoriya wê rojnameger Hatîce Kamer dike, lawê Apê Mûsa Anter Anter wek axivîner mevan e. Endamê Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev derbarê panelê de axivî.

Berşev bal kişand ser salvegera rojbûn û qetilkirina Apê Mûsa û wiha got: “Me wek Tora Ziman û Çanda Kurdî beriya mehekê derbarê jiyana Apê Mûsa de kurte vîdeoyek amade kiribû û bi raya giştî re parve kir. Em ê di 21’ê mehê de jî derbarê jiyana Apê Mûsa de bernameyekê çêbikin. Derbarê têkoşerî, rojnamegerî û bavekî çawabûye em ê bi lawê wî re vê panelê çêbikin. Em dixwazin Apê Mûsa hinek ji aliyê bavtiyê ve derxin pêş.”

‘Divê em li pey şopa Apê Mûsa biçin’

Berşev da zanîn ku Apê Mûsa ji bo gelê kurd kurtedîroka sedsala kurda ne û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd çi kişandi be Apê Mûsa jî di sedsala dawî de heman tişt dîti ne. Apê Mûsa di sala 1920’an de hatiye dinê. Jixwe gelê kurd di wê salê û şûnde li Tirkiyeyê gelek zilm û zordarî ditîne. Apê Mûsa jî ketiye girtîgehê, gelek zehmetî kişandiye û hatiye qetilkirin. Apê Mûsa hem nivîsandiye hem ferheng amadekiriye, ewqas xwestiye ku ji bo kurdan tişta bike. Apê Mûsa ji bo min kurtedîroka sedsala 21’an a kurda ne. Îsal hem sedsaliya rojbûna wî ye hem jî ya qetilkirina wî ye. Wek hemû saziyên kurdan me jî xwest derbarê Apê Mûsa de tiştekê bikin, ji ber ku Apê Mûsa ji bo kurdan gelek tişt kirine rojmanevantî kiriye ji aliyekî karê enstituyê kiriye xwestiye ku kurd her tim pêş bikevin ji ber wê yekê divê em kurd wî tu car ji bîr nekin û bi her awayî xwedî lê derkevin. Divê em li pêy şopa wî biçin. Hêvî dikim ku ji nifşê nû jî gelek Apê Mûsa derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar