Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û Hevberdevkê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Serhat Aktûmûr ku ji aliyê 3 kesên xwe weke endamên MÎT’ê dan naskirin ve hate revandin, ji ber ku sîxuriya lê dihate ferzkirin qebûl nekir, îşkence lê hate kirin.
Aktûmûr bi daxwaza piştgiriya hiqûqî serî li Şaxê Amedê yê ÎHD’ê da.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyat Ceylan tevî komek ji endamên partiyê bi Serokê ÎHD’ê yê Amedê Abdullahh Zeytûn re hevdîtin kirin.
Hate ragihandin ku Serhat Aktûmûr dê li dozgeriyê gilî bike. AMED