PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Bi çargavî pêngav

Wek tê zanîn dewleta tirk konsepta xwe ya rûxandin û perçiqandina gelê kurd ev 6 sal e dimeşîne. Di vî konseptî de tu pîvanên mirovahiyê nas nake. Di dijminahiyê de dahî pîvan hene. Lê dewleta tirk tu pîvan nas nake. Girtin, kuştin, şewitandin, tacîz, tecawiz, heqaret, biçûkxistin û dagirkirin hemû rêbazên li derveyî mirovahiyê bikar tîne.

Li hemberî vê konseptê, tevgera azadiya gelê kurd jî bi pêngavên berxwedanê bersiv da. Pêngava rêveberiyên xwecihî, pêngava tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin. Pêngavên siyasî, leşkerî û civakî. Pêngavên li rojavaya li başûrê Kurdistanê û li bakurê Kurdistanê. Bi van pêngavan têkoşînek bê hempa hat meşandin, berxwedanek mezin hate dayîn. Bi van pêngavan faşîzma AKP-MHP’ê hate ber qedandinê. A niha tevgeriya azadiya gelê kurd bi hemû sazî û dezgehên xwe, bi hemû îhtîşam û sekna xwe li ser pêya ye û ji hemû demî bêhtir nêzî serkeftin û azadiyê ye. Dewleta tirk jî ji hemû demê bêhtir nêzî têkçûyînê û binketiyê ye.

A niha dîsa pêngavek nû hate destpêkirin. Ev pêngav, pêngava dawî ya vê pêvajoyê ye. Îhtîmale dewleta tirk bi dagirkeriya hîn cihên din bersiva vê pêngavê bide. Îhtîmal e dîsa hinek din çavsorî û bi hovane êrîş bike. Ji ber ku dawiya xwe di vê pêngavê de dibîne. Navê pêngavê ji tecrit, faşîzm û dagirkeriyê re na; êdî dem dema azadiyê ye. Bi rastî jî piştê encamên gelek têkoşînan gelê kurd gihaştiye asta serkeftinê. Derfet û îmkanên ji hemû demê bêhtir zêde ne. Dijminê gelê kurd faşîzma AKP-MHP ji hemû demê bêhtir qels û li ber têkçûyînê ye. Konjuktura li derve û hundir jî hemû dêmê ji bo têkçûyîna wan musaîd e.Yek derbek jiyana wan maye.

Lê ji bo vê yekê jî ji hîn tişt pêwîst in. Ger gelê kurd dost û hevalên xwe, li tenişta berxwedanê, serhildanê jî li pêş bixin di yek salî de ev dijmin dê têk biçe. Lê divê ev pêngav di her alî de û li her cihê were li pêşxistin. Divê pêşî di aliyê bîr û baweriyê de were li pêşxistin ger mirov bawer neke nikare tu tişt bike. Bawerî bingeha hemû serkeftinan e. Paşî jî bi rêxistina hemû beşên civakê hemû kom komeleyan. Têkoşîna siyasî, leşkerî û civakî bi serhildan û berxwedanê li pêngavê  xwedî derkevin. Bi ruhek fedekar û seferberî. Hemû pêşeng, rêveber,  saziyên siyasî, leşkerî,  civakî, di her alî de bilindkirina têkoşînê, wê me bigihîne serkeftinê. Yek gav na, du û sê jî na. Bi çar gavî li tevlibûna pêngavê dê serkeftin bi xwe re bîne.

Nûçeyên Têkildar