Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li qûntarên çiyayê Cûdî dema çêkirina dimsê ye

Li gundê Nerexê yê li qûntara Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi nêzîkbûna payîzê re welatiyan dest bi çêkirina dimsê kirin. Welatiyên ku li nava rezan dimsê çêdikin, bi malbatî û komî dixebitin. Piştî ku tirî şêrîn dibe û digihişe, bi selikan tê komkirin û dûre di teliz û hewdan de tê perçiqandin. Tiriyê ku tê komkirin bi hostatiyek mezin ji zivistanê re tê amadekirin. Piştî ku tirî tê pelçiqandin ava tirî dixin hûndirê sîtilê û nêzî 6 saetan dikelînin. Dema ku dikele jî, ji bo tîr nebe, divê bi darekî were tevdan. Piştî kela 6 saetan, ava tirî dibe dims.

Ji jinan Bedriye Kiliç a ku bi salan e dimsê çê dike, destnîşan kir  ku çêkirina dimsê hem kareke aborî û hem jî kevneşopiyeke civakî ye û wiha got: “Di her nêzîkbûna zivîstanê de, em di van mehên payîzê de dest bi amadekariyan dikin. Amadekariyên zivistanê pîranî li ser milê me jinan e. Li gundê me tiştê herî nav û deng tiriyê me ye.  Em dimsa xwe bi tiriyê qetilnefs çêdikin. Ev tirî li her derê çênabe û nayê peydakirin. Ji bo zivistanê tişta ku herî zêde em çêdikin dims e. Em li gund karê rezvaniyê dikin. Karê rezvaniyê û çanda dims ji dapîr û bapirên me maye û ev ji me re hem çande û hem jî çavkaniya debarê ye. Çêkirina dimsê ast ast e. Gelek bi zehmet e. Lê tişta ku mirov berde kedê nede, tama wê jî tune ye. Dims di heman demê de, ji bo tendûristiya mirov jî baş e. Ya me ji bo ku xwezayî tê çêkirin, ji gelek nexweşiyan re derman e. Tu dims naşibe dimsa Nerexê.”

Çêkirina dimsê

Delal Gokalp a ku di nava rez de dimsê çêdike jî ast bi ast wiha behsa çêkirina dimsê kir: “Tiriyê me di meha payîzê de şêrîn dibe. Ji bo berhevkirina tirî û çêkirina dimsê em malbat bi hevre ligel berbanga sibehê ji Cizîrê tên gund. Di serî de em tiriyê xwe kom dikin. Destpêkê em tiriyê xwe diçînin û pişt re jî dipelçiqînin. Dema ku me pelçiqand em ava wê di quşxaneyên mezin de li ser agir dikelînin.  Qasî 6 seatan li ser agir dimîne. Dema ku ava wê baş zelal bû, em avê vala dikin. Paşê jî di kûz û bîdonan de  qasî 3 rojan tê mihafezekirin. Em ji xwe re amade dikin. Lê gelek malbat hene ku bi çêkirina dimsê debara xwe dike.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar