Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Dixwazin ser dosyaya Gulistan bigirin’

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû (21) ji 5’ê Çileya 2020’an ve winda ye. 264 roj in agahî jê nayê girtin. Her çiqas Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê lêpirsîn dabe destpêkirin jî lê heta niha îfadeyên Zaynal Abarakov ê di windakirina Dokû de ku wek gumanbar tê zanîn nehatiye girtin. Li cade û kuçeyên Dêrsima ku bi kamerayên mobesê hatiye dorpêçkirin, heta niha têkildarî Dokû rastî tu şopê nehatiye. Malbata Dokû ji ber nekirina xebata lêgerînek berfireh bi gazin e.

Derbarê parêzerê malbata Dokû, Alî Çîmen de jî lêpirsîn hat destpêkirin. Çîmen bi boneya di meha tebaxê de raya giştî agahdar kiribû û gotibû ‘cîsmek ketibe avê nîne’ bi hinceta ‘nepeniya lêpirsînê binpê kiriye’ tê sûcdarkirin.

Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû diyar kir ku di lêpirsîna derbarê xwişka wê de bi qasî serê derziyê pêşketin çênebûye û ew metirsîdar in ku tê xwestin ser dosyeyê bigirin.

Daxwazên hevdîtinê bêbersiv man

Dokû da zanîn ku lêpirsîna derbarê windakirina xwişka wê de hatibû destpêkirin niha xetimiye û her çiqas wan derbarê mijarê de ji Serokkomar bigire heta gelek rayedarên xwestine hevdîtin bikin jî lê hewldanên wan bêencam mane. Dokû got ku piştî daxwazên wan bêserlêdan mane dest bi çalakiya rûniştinê kirine û pişt re ew hatine binçavkirin û berdan.

Dokû da zanîn ku bêhiqûqî hemû wan dibîne û ew ne qatil û destdirêjkar in, çalakî û daxwaza wan gelek xwezayî ye û diyar kir ku ew li benda bersiva Waliyê Dêrsimê û Serokkomar in ku bi wan re hevdîtinê bikin.

Guman sergirtina dosyayê

Dokû anî ziman ku heke daxwaza wan a bi rayedaran re neyê qebûlkirin dê dîsa biçin Enqereyê û wiha got: “Em wek malbatê bi guman in ku ser dosyeyê were girtin. Em nikarin qebûl bikin ku ji me re bêjin ‘xwişka xwe ji bîra bike, bûye dûkel.’ Em ê biçin meclisê û bi parlamenteran re hevdîtinê bikin. Pêwîst bike em ê li deriyê her kesî bixin. Gulistan her kêlî di hişê me de ye. Êdî tehamula me nemaye. Ji bo Gulistan gelek pirs tên bîra mirovan. Bila rayedar malbata Gulistan û malbata Zaynal bidin ber hev. Pêwîst e Gulistan nebe hedef.”

Hêviya wan heye

Her wiha Dokû da zanîn ku destpêkirina lêpirsîna derbarê parêzerê wan de jî bêhiqûqî ye û tevî hemû neyîniyên ku derbarê Gulistan de derketine holê jî wan hêviya xwe nebiriye û ew bi bawerin dê hiqûqzan aqûbeta xwişka wê derxin holê û bang li civakê bi taybetî li jinan kir ku ji bo Gulistan dengê xwe bilind bikin. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar