Çalakiyên dayikên rojavayê Kurdistanê ku hefta borî li Kantona Qamişloyê pêngava bi navê ‘Dayikên Gerîla’ dabûn destpêkirin, didome. Armanca vê pêngavê êrîşên li hember çiyayên Kurdistanê û bêdengiya dewletên navneteweyî ye. Her wiha dayik dê her hefte çalakiyên cur be cur li dar bixin. Îro jî li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê dayikên gerîla rabûn û bi daxuyaniyekê şerê bê qanûnî yên ku li hember şervanên azadiyê tê meşandin şermezar kirin. Daxuyanî li Qada Şehîdan hat dayîn û bi dehan dayik tev li vê çalakiyê bûn.
Dayika Salîha di destpêkê de diyar kir ku heta şer li dijî şervanan û çiyayên Kurdistanê ranaweste dê her li ser pêyan bin û ev tişt anî ziman: “Em bi navê dayikan ev şerê bê qanûnî yên ku li çiyayê Kurdistanê li hember şervanên me tê meşandin bi tundî şermezar dikin. Her wiha dewletên navneteweyî li hember ewqas êrîşan bêdeng dimîne, îro êrîşek bê qanûnî li çiyayên Kurdistanê rû dide û hemû cîhan jî dibîne lê belê herkes li hember vê êrîşê ker û lal dimîne. Em ê bi dil û can herdem li ser rêya şehîdên xwe û şervanên azadiyê bin. Em bi navê Dayikên Gerîla serkeftina zarokên xwe silav dikin û dibêjin em wek dewletên navneteweyî ne ker û lal in û em ê herdem li pey doza we bin. Em dibêjin êdî bes e ji êrîş û dagirkeriyê re, em ê her dem di nava çalakiyan de bin û piştgiriya zarokên xwe bikin. Em ê li hember êrîşan li ber xwe bidin û wê serkeftin para me be.”
Daxuyanî bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’ bi dawî bû. QAMIŞLO