Navenda Nûçeyan |
Li gorî rapora Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ji 23’yê Tebaxê heta 23’yê Îlonê, kolberên bi navê Zanko Ehmedî, Zanist Hesen Nijad, Soran Mekarî, Celal Xizrî, Şehran Mihemedî, Selahedîn Osmanzade û Hesen Hendpur bi guleyên rasterast ên leşkerên Îranê û Tirkiyeyê li ser sînorên di navbera bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk hîn cenazayê kolberê bi navê Şeram Mihemedî radestî malbata wî nekiriye û ji bo radestkirinê pereyan dixwaze.
Li gorî raporê di vê mehê de 4 kolber yek ji wan Manî Haşimî di bûyerên hatinûçûnê û ketina ji bilindahiyan de birîndar bûne.