Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen vê sibehê di çarçoveya lêpirsîna ‘Kobanê’ ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li 7 bajaran hat destpêkirin hat binçavkirin. Bîlgen li mala xwe hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Qersê. Di kêliya Bîlgen hat binçavkirin de xelk li ber mala wî kom bû û dema wî ji avahiyê derxistin birin wesayîta zirxî hêrsa xwe nîşandan. Welatiyan dirûşmên ‘Ev bajêr bi te serbilind e’ û ‘Wê faşîzm têk biçe’ berz kirin û bertek nîşanî operasyonê dan.
Tê payîn piştî karûbarên li Emniyeta Qersê werin kirin Bîlgen bişînin Enqereyê. QERS