Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KNK û KON-MED’ê operasyona qirkirina siyasî şermezar kirin

Navenda Nûçeyan |

KNK û Federasyona Civakên Kurdistanî yên Almanya (KON-MED) bi daxuyaniyeke nivîskî operasyona qirkirina siyasî şermezar kirin.

KNK’ê operasyona qirkirina siyasî ya îro li ser HDP’ê û siyasetmedarên kurd şibande operasyona KCK’ê ya 2009’an û wiha got: “Ev operasyoneke ya qirkirina siyasî ye, weke operasyona KCK’ê ya 2009’an e. Dixwazin qada siyasî ji nûnerên kurdan re bigrin û nehêlin kurd siyasetê bikin. Dixwazin kurd bê temsîl bê rêvebir bimînin da ku bikarin plan projeyên xwe yên ji navbirina gelê kurd, bi rehettir bimeşînin.Ev operasyon, parçeyek ji qirkirina gelê kurd a giştî ye. Ev operasyon, tolhildana têkbirina DAIŞ’ê ye. Erdogan wê rojê digot ‘Kobanê ha ket û ha ket’ lê daxwaza wî bi cih nehat. Hevkarê wî DAIŞ ket û têkçû. Erdogan û hevkarên xwe îro dixwazin tola wê rojê bigrin.

Rejîma AKP-MHP û Ergenekonê, li hember berxwedana gelê me û hêzên muxalîf, lewaz ketiye. Rejîm li hundir û derve hingî diçe tenê dimîne û qels dibe. Bi van operasyonan dixwaze temenê xwe dirêj bike. Lê çi dikin bila bikin, têkçûna wan nêzîk bûye.

Bi vê munasebetê em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe xurttir û bilindtir bikin. Tam jî demê wê ye ku gelê me û dostên gelê me, tev li pêngava KCKê ya ‘Dem Dema Azadiyê ye” bibin. Pêwîst e bersiva me weke berxwedana Kobanê be.

Her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê û hêzên peywendîdar dikin ku rastîya rejîma Erdogan- Bahçelî-Ergenekonê bibînin û dijî kiryarên wan piştgirî bidin berxwedana gelê kurd û hemî dijberên vê rejîmê.”

KON-MED: Dem dema berxwedanê ye!

Federasyona Civakên Kurdistanî yên Almanya (KON-MED) jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman: “Ev operasyona dijminane û faşîst a Tirkiyeyê îmzeya xwe li binî danî, operasyneke li hemberî Peyaman Mafê Mirovan a Ewropayê, Şartê Taybet ê Rêveberiya Xwecihî ya Ewropayê jî di nav de li hemberî peymana navneteweyî ya demokratîk, mafê mirovan ên bihgehîn û hiqûqa gerdûnî ye.

Gel wê xwedî li hevşaredar û siyasetmedarên xwe derbikevin. Gel dê li ber vê hişmendiya ku vîna gel û dengê gel tune dibîne û vîna wê xesp dike, serî netewîne, qebûl neke û heta dawî li ber xwe bide.

Bang li her kesê dikin ku li dijî desthilata AKP/MHP’ê rabe û ji bo protestokirina êrîşên faşîzan di serî de bang li gelê Kurdistan ên li dijî rejîma qirker, faşîst û dîktator nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar