Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Wanê îşkence serbest e!

Piştî Suleyman Soylû weke Wezîrê Karê Hundir ê Tirk hate erkdarkirin û şûn de, li Wanê bûyerên îşkenceyê her diçin zêdetir dibin. Li Wanê ya ku 4 sal in bi qedexeya çalakî û aktîvîteyan di bin îşkenceya derûnî de ye, hemû kolan bi polîsan hatiye tijekirin, hema bêje her sal bi dehan bûyerên îşkenceyê bi raya giştî re tên parvekirin. Hêzên JOH û POH ên kolan, tax û gundên Wanê dorpêç kirine, îşkenceyên dikin li ser tevnên dijîtal parve dikin lê tevî vê jî bi bêcezakirinê tên xelatkirin.

Li Wanê piştî êrîşa bi roketan a li hember qereqola polîsan a li navçeya Westanê ya sala 2018’an û şûn de POH gundiyên ji bo berhevkirina keyarkan asê mabûn, piştî îşkence li wan kirin û şûnde li ser tevnên dijîtal dîmenên wan parve kiribûn. Li ser giliyên gundiyan li ser polîs doz hate vekirin. Polîsê îşkencekar cezayê pere yê 3 hezar TL lê hate birîn. Ji bo polîsê bi navê O.Ş ê yê cezayê pere lê hate birîn ku biryara berdana wî hate dayîn bi vê yekê polîsê ku îşkence li gundiyan kir û dîmenê wan parve kir bêceza ma.

Di sala 2019’an de di dema protestoyên qeyûman de polîsên ku ketin çayxaneya li Kolana Sanatê ya Wanê bi lêdanê nexweşê şîzofiren Firat Koç nexweş kirin. Dozgeriya Komarê ya Wanê jî bi îdîanameya amade kirî nexweşê şîzofiren Koç bi sûcê ‘Li gel endamtiya rêxistinê, li ser navê rêxistinê sûc kirin’ û ‘civînên li dijî hiqûqê û tevî hişyariyê belavnebûn’ doz lê vekir.

Gundî ji helîkopeterê hatin avêtin

Piştî şerê li herêma Çigiliyan a Şaxê hêzên JOH’ê yên du gundiyên bi navê S.T û O.Ş ku pezê xwe diçêrandin binçavkirin, îşkence kirin ji helîkopterê avêtin xwarê. Piştî ku bûyer kete rojeva raya giştî û şûnde, Walîtiya Wanê daxuyaniyek fermî da. Walîtiyên diyar kir ku gundî ji helîkopterê ketine û lêpirsîn dane destpêkirin.

Parlementerên HDP’ê Tayîp Temel, Mûrat Sarisac û Mûazzez Orhan li meclisê avêtina gundiyan a ji helîkopterê ji Wezîrê Karê Hundir Soylû pirsîn lê tu bersivek nehate dayîn.

Li Wanê pêşiya îşkenceyê vekiriye!

Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Li holê ji sedî sed pêşîvekirina îşkenceyê heye. Di îşkenceya li gundiyên ku li Wesanê kuvark kom dikirin, dadgehê derbarê van kesan de biryara berdanê da û dosya girt. Niha avêtina gundiyan a ji helîkopterê carekî din îşkence hate piştrastkirin. Li Wanê di salên dawî de bûyerên îşkenceyê zêde bûn. Sala borî ciwanek ku pirsgirêkên wî yên derûnî hebûn û nexweş li ber kamereyan hate lînckirin.

Wezîrekî Karê Hundir ê bi Destûra Dadgeha Bingehîn re di nava nakokiyan de ye heye. Wezîrê Hundir bi temamî hiqûqê binpê dike. Berî niha daxuyaniyek ku ‘lingên firoşkarên madeyên hişbir bişkînin’ dabû. Fermana ‘bê rehm’ a ji bo hêzên ewlekariyê destûr bû. Hişmendiya derhiqûqî û çetewarî her roja diçe derdikeve holê, rewş pir wahîm e.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar