Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xwezaya Kurdistanê qir dikin

Welat û erdnîgariyek bi çi yê xwe tê nasîn û mirov dikare li ser bijî? Her kes dikare bersivek pir baş ji bo vê pirsê bide û erdnîgarî û welatekî ku li ser bijî, vebêje. Warekî têr av, xwedî dar û daristan, dîsa her cûre nebat lê heyî û xwedî bermahiyên sererd û binerd dixwaze û bi aram bijî.

Erdnîgariya Kurdistan a warê kurdan, xeyalê her kesê dixemilîne. Warê ku xwedî hemû taybetmendiyên cihê reng ê ji ber faşîzma tûraniyan hatî dagirkirin rojane, xweza û çavkaniyên wê tên talankirin û qirkirin.

Bi taybet piştî têkoşîna azadiya kurd a bi pêşengtiya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bakurê Kurdistanê destpê kir û şûnde, li gel asîmlasyona spî, êrîşên dagirkerî û qirkirinê gav bi gav ne tenê li ser mirovan li ser giştî xaka Kurdistanê jî kete meriyetê. Ne tenê mirovên wê, xak û xwezaya wê jî weke dijmin hate nîşandan, dest bi qirkirina wê kirin.

Qirkirina xwezaya Kurdistanê ya parçeyek ji planên projeya dagikeriya dewleta tirk e, rojan e xweza û dewlemendiyên Kurdistanê tên wêrankirin. Ev êrîş ne tenê li ser herêmek, deverek û parçeyekê tê kirin. Dem hatiye li deverekê geş bûye û dem hatiye li deverek din, bi reng û şêwazekî din xwe daye der. Lê di roja me ya îro de ev faşîzim li her derê û bi rengên cihê li ser hemû astên civakê û xwezaya wê tên kirin.

Li bakurê Kurdistanê di çarçoveya ‘Plana Çokdanînê’ de bi destê çete û cerdevanan xwezaya Kurdistanê tên talankirin û qirkirin. Artêşa tirk a bi operasyonan bi tank û topan nikarin gerîlayên Tevgera Azadiyê ji Kurdistanê bikin. Niha bi destê cerdevanên bertîlxwe xwezaya Botanê, Serhedê, Dêrsimê û başûrê Kurdistanê talan dikin.

Du meh zêdetir e daristan û deviyên Botanê, Çiyayê Gabar, Cûdî û deverên sînor ên başûrê Kurdistanê çi bi tank û topan, çi bi bombeyên balafiran û çi jî bi destê nokeran tên şewitandin û birîn. Bi taybet li herêma Botanê ya ku tim şerê berxwedan û nokeriyê lê xurt e, bi destê cerdevan û nokeran dar û deviyên Kurdistanê ji bo dijmin bikarin biçin operasyonê tên birîn û şewitandin. Her wiha daristên ku ji bo gerîla bûne pal û pişt dikin xwelî. Li gel vê ne tenê daristan, hemû nebat û çûk, çivîk û lawirên taybet ên Kurdistanê jî tên qirkirin.

Bi vê yekê ne tenê daristanên Kurdistanê hemû taybetmendiyên bi navê kurd-Kurdistanê tên qirkirin û çavê dijmin lê tê nêrîn. Bi vê niyetê û zanabûnê êrîş dikin, qir dikin.

Li gel vê li Dêrsim, li gelek deverên Kurdistanê berhemên dîrokî, cih û warên kevnar ên girêdayî mîrateyên kurdbûn û serhildanên kurdan tên wêrankirin û tiştekî bi navê dîroka kurdan nehêlin talan dikin. Vê ne tenê li Bakur, li Rojava jî dike. Deverên mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku dewleta tirk û çeteyên xwe dagirkirine, cihên dîrokî û bermahiyên dîrokî yên kurdan didizin û wêran dikin. Bi vê yekê demografiya herêmê diguherin û xwecihiyê herêmê dikin biyanî. Ev siyaseta qirker a tirk bi salan e li herêmên dagir kirine, dike.

Bi bêdengî û nebûna yek helwestiyê re êrîşên qirker ên li ser Kurdistanê û dîsa xwezaya wê her diçe zêdetir dibe. Çawa ku bi her awayî êrîşî şervanê Tevgera Azadiya Kurdistan, êrîşî pêşeng û rêveberên kurd tên kirin, êrîşî jin û ciwanên têkoşer dikin, bi heman rengî êrîşî xwezaya wê, êrîşî nebat û lawirên Kurdistanê jî tên kirin û qir dikin.

Ev hemû êrîş ji navendekê tê rêvebirin û dîsa bi zanabûn û plansazî tê kirin. Noker û hevkarên ku destê wan di nava vê qirkirinê de hene, zû yan dereng wê bê hesab neyê hiştin. Îro dibe derfet nebe lê nediyar e wê kengê mîna Esad Oktay ‘Silava Kemalê Laz’ dibe li wan jî bê kirin.

Ji bo dawî li vê bê û hew xwezaya me bê talankirin û qirkirin, em piştgirî bidin pêngava KCK’ê. Pêngava KCK’ê pêngava ekolojî, pêngava dawîkirina qirkirin û talankirina xwezayê ye. Pêngava parastina xweza, lawir û bermahiyên dîrokê ne. Pêngava bi hev re aram, li ser xakeke dewlemend jiyînê ye. Pêngava dawîanîna faşîzmê û dagirkerî û mêtingeriyê ye.

Nûçeyên Têkildar