Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Girtiyên PKK û PAJK’ê: Li dijî faşîzmê dema derketina kolanan e!

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Zindanan a PKK û PAJK’ê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya AKP-MHP’ê daxuyaniyek da.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Dewleta şerê taybet a AKP-MHP-Ergenekon dema mijar dibe kurd, tu pîvanekî exlaqî nas nake, her kes bû şahid ku bê ka çawa nirxên mirovahiyê li bin lingan dixin, gihiştiye wê astê ku tu wateya gotinê nemaye.

Îro bi taybet li gelemperiya Kurdistanê dîsa li hemû Tirkiyeyê li dijî welatiyên xwe heta bi gotineke  din, li dijî welatiyên ku wek ê xwe nabînin, di serî de li dijî kurdan, jin, şoreşger, demokrat, sosyalîst, muxalîf, rojnamevan, akademîsyenên xwedî rûmet, elewî, ermenî û hwd. aliyên xwedî çand û baweriyên cihê her beşê ku ji bo xwe muxalîf dibîne, pêkanînên der mirovî yên di asta hovîtiyê de ne pêk tînin.

Hema bêje her rojê li vî welatî ku destdirêjî û dest li jinê tê avêtin, tê qetilkirin, dayik cenazeyên ewladên xwe di koliyên postayê de digirin, pîroziyên herî mezin ên mirovan êrîşî şehîdgehan dikin, cenaze li bin peya rêyan hatin veşartin, destdavêjin zarokên keç ên biçûk, dema mijar dibe destdirêjiya li jinên kurd tecawizkar tên xelatkirin, dema mijar kurd be mirovên 70-80’ê salî tên girtin, şaredariyên gel tên xespkirin û radestî dizan tên kirin, li dijî vê hevserokên bi vîna gel hatin hilbijartin hatin girtin, dengê gel çapemeniya azad xwestin bêdeng bikin, her roj dar û deviyên çiyayan tên şewitandin, ev hemû pêkanînên dewletê ya ku li ser gel hiqûqa dijminahiyê pêk tîne. Ev tolhilîne. Faşîzma AKP-MHP-Ergenokon a her roj winda dike, xwîna ku winda kirî her roj bi êrîşkirina hemû beşên muxalîf, winda dike, digire, bêdeng dike, bi terkirina mirinê dixwaze dubare vegerîne.

Girtî terkî mirinê tên kirin

Îro bi hezaran girtiyên şoreşger li dijî faşîzma AKP-MHP-ERGENEKON’ê ya ku hiqûq, edaleta xwe binpê dike û nirxên mirovan li erdê dide, pêkanîna dijminahiyê pêk tîne, li zindanên TC’ê li dijî van pêkanînên faşîzan serî natewînin û berxwedanekî dîrokî raber dikin. Li zindanên ku her cûre polîtîkayên zilmê û zextê tên pêkanîn duh di bin navê Rewşa Awarte de, îro jî di bin navê tedbîr û pîvanên pandemiyê de, her cûre faşîzm tên kirin. Îro li cîhanê li dijî pandemiyê û pêkanîna navbera mirovî ya civakî karên herî bibandar dike, faşîzma TC’ê her rojê bi dehan kesî binçav dike, bi girtinê, odeyek sê kesî deh kesî dixinê. Pîvanê navbera mirovî ya civakî binpê dike. Dîsa pêwîstiyên herî bingehîn ên mirovî yên mîna av, sabûn û amûrên hîjyenê rê nadin ku bi pereyên xwe jî bên kirîn, rê li ber belavbûna nexweşî û terkî mirinê dikin.

Dewlet li aliyekê bi operasyonên qirkirina siyasî her rojê bi dehan kesî digire, li aliyê din ku nekarî ji derve bikuje, bi pêkanînên faşîzan li hundir terkî mirinê dikin. Îro li girtîgehan bi sedan girtî terkî mirinê hatine kirin. Di rewşekê de ku cîhan hemû bi pandemiyê re têdikoşe, faşîzma TC’ê vê pêvajoyê ji bo xwe fersend dît, hewl dide veguherîne pêvajoya tolhilînê. Bi sedan girtiyên terkî mirinê hatin kirin, di dema pandemiyê de hinek din li wan zêde bû, bi gotina ku em bi darve nekin, wan xwedî bikin, di vê pêvajoyê de terkî mirinê kirin, ev yek zindî kirin. Di demê dawî de bi dehan girtiyên nexweş bûn qurbanê zindîbûna polîtîkayên dewletê ya ‘ma bi darve nekin, wan xwedî bikin’, li nava zindanan şehîd bûn. Herî dawî Alî Boçnak ê 77 salî ku tenê mewlûd bi kurdî xwendibû, dîsa Takiyettîn Ozkahraman, Sînan Gencer hatin girtin, di encama vê polîtîkaya dewletê de terkî mirinê hatibûn kirin, bi awayekî ku wijdana mirovan bike birînek ku sax nebe şehîd bûn.Di vê wateyê de xwedê rehma xwe li van welatparêzên me yên bi nirx bike, ji malbat, hevrêyên wan ên girtî û hemû gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.

Faşîzm herî zêde ji kolanan ditirse

Li dijî faşîzma TC’ê ji zindanan bigire ji heft salî heta heftê salî serî netewandin, li ber xwedan, ewladên bi nirx ên gelê kurd ên birûmet ku vîna xwe teslîm nakin têkoşînê mezin dikin, girêdayîbûna bîranînên xwe deynê me ye. Li ser vî bingehî yên ji bo xwe dibêje; ez welatparêz im, demokrat, rewşenbîr, sosyalîst, misilman a herî girîng ku dibêje mirov im, xwedî wijdan, exlaq im bang li her kesî dikin ku li dijî faşîzmê, têkoşînê bilind bike, dakevin kolanan a herî zêde faşîzim jê ditirse, serhildan û berxwedanê mezin bikin. Dem dema ne tirs cesaretbûn, ne dema lewazbûn pêkanîna têkoşînê ye.

Em ji bîr nekin ku ev faşîzma ku bêperwa êrîşî nirxên gel dikin, dê li ber berxwedan û têkoşîna gel û jinan, di dawiyê de mîna desthilatên berê çawa têk çûne, ev desthilat jî wê bikevin nav pelên tarî yên dîrokê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar