Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmar 2 a Bunyan a Kayseriyê tê girtin, beriya 2 rojan bi rêya telefonê bi wasiyê xwe Ûgûr Sayan re axivî.
Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç diyar kir ku ji bo şermezarkirina helwesta derveyî mirovahiyê û pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê, ji bo bala raya giştî bikişîne ser zext û kiryarên faşîzan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike.
Yamaç ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, 2’yê îlonê jî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî bû û diyar kiribû ku ew bi zorê bêhnê distîne.
Ûgûr Sayan jî ragihand ku Yamaç demeke dirêj e bi nexweşiya pişikê re têdikoşe, carna bêhn lê diçike û hin rojan neçar dimîne ku bi tupê oksîjenê hilmê bistîne. KAYSERÎ