Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de didome

Navenda Nûçeyan |

Di 27’ê îlonê de Azerbeycanê bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker, li Ardsaxê (Qerebax) operasyonek da destpêkirin. Di encama şer û pevçûnan de bi dehan leşker ji her dû alî hatin kuştin. Tê payîn li ser şerê ku Azerbeycanê dayî destpêkirin, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro bicive

Şerê her du aliyan duh bi şev jî dom kir. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir ku hêzên ermenî li eniya şer bersivê dane gelek êrîşên Azerbaycanê û di encamê de gelek leşkerên Azerbaycanê hatine kuştin.

Berdevkê Wezareta Parastinê Arstrûn Hovhanîsyan li ser malpera xwe ya facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku Azerbaycanê topbaraneke giran li çeperên ermenî kiriye û xwe ji bo êrîşeke nû amade dike.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî diyar kir ku bi şev şerekî dijwar qewimî û ragihand ku sibeha sêşemê hêzên ezerî li hemberî bajarê Fîzûlî dest bi operasyonekê kirine.

Di şer de herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 11 ji wan sivîl in. Lê tê gotin ku bîlançoya rastî girantir e. Her du alî diyar dikin ku di şer de bi sedan leşker hatine kuştin.

Li gorî rayedarên Qerebaxê, yên li dijî wan şer dikin balafir, helîkopter û leşkerên bi pere yên tirk in.

Ji aliye din ve fermandarê çeteyên OSO’yê ku ji aliyê dewleta tirk ve tên destekirin jî diyar kir ku ew ji bo piştgiriya Azerbaycanê hêz şandine qada şer.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Fransa û DYE’yê jî di nav de hêzên navneteweyî bang kirin ku tavilê agirbest bê ragihandin. Tê payîn ku Neteweyên Yekbûyî îo bi rengekî lezgîn bicive û civîn li çapemeniyê girtî be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar