Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de li dijî rêveber û parlamenterên HDP’ê yên berê de oprasyona dabû destpêkirin û 20 siyasetmedar di 25’ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Îfadeyên li emniyetê temam bûn û siyasetmedar ji bo îfade bidin dozgeriyê birin Edliya Enqereyê.
Li hundir û li derdora edliyê polîsan barîkatan danîn. Gelek parlamenterên HDP’ê û parêzer li dozgeriyê amade ne.
Tê payîn îfadeyên siyasetmedaran bê girtin. ENQERE