Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Vê carê jî Qerebax!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Tam li gorî diranê Receb û Bahçelî ye. Azerbeycan, hem misilman e hem jî tirk e. Ew ê li gorî dilê xwe van herdu çekan bikarbînin, jixwe bikartînin jî. Li Tirkiyeyê kesên ji van her duyan zîrektir ku karibin van her du çekan/amûran bidin xebitandin nîne. Ev bû 19 sal in xanedaniya xwe bi vê şêwazê karibûn bidan meşandin.

Her wiha ev şerê navbera Ermenistan û Azerbeyacanê, li gorî dilê Amerîkayê ye jî. Jixwe divê mirov bêje ev plan û proje ya DYE’yê ye. Weke tê zanîn, ev desthilatiya R.T.Erdogan projeya Amerîkayê ye û li ku derê lazimiya wan pê hebe rê dike wê derê.

Destpêka projeya DYE’yê, bi dilgirtina Rêber Apo dest pê kir. Piştî wê dest bi dîzayna xwe ye Rojhilata Navîn û Afrîka û hwd. kirin. Hincetek din jî lazim bû; lêdana firokan li her du Quleyên Cêwî yên Amerîkayê bû û hema li pey wê êrîşa Afganistanê destpê kir. Li pey hev, Bihara Ereban hat; Iraq, Sûriye, Lîbya, Sudan, Yemen û hwd.

Li gorî şîroveyan, armanca wan a herî mezin, rûxandina rejîma îslamî ya Îranê ye. Di destpêkê de ji wan re parîyekî mezin bû. Lewma xwestin dora wê vala bikin û paşê dorpêç bikin û bifitilin ser serê wê. Bi gûrkirina vî şerê Azerbeycan û Ermenistanê ve, dibe ku gav bi gav xwe nêzî Îranê dike.

Her wiha bi vî şerî ve, bi derbekê li gelek civîkan dide. Armancek DYE’yê ya li ber çava ye; lêdana derbeyê li Rûsya û Çînê ye. Ji ber ku ev her du dewlet jî hevalbendên Rûsyayê ne. Va ye ji niha ve Rûsya gelek hêrs bûye ji vê lîska Amerîkayê. Bi lawazkirina van dewletan, niha yekser têkildarê vî şerî ne; Rûsya, Tirkiye û Îranê ve, di heman demê de derbê li pêşveçûna Çînê jî dide.

Ji bo çi em ewqas xwe têkildarî van bûyer û şêr û cengan dibîne?

Helbet dûr an nêzîk, yekser an neyekser bi van dewletan re têkildariyên me kurdan heye. Lê bêgûman ê yekser û yekemîn neyartiya me dike dewleta tirk e. Hema li pey wê yan li rex wê Îran, Iraq û Sûriye jî heye û divê neyên jêqetandin.

Li gorî diyar dibe, êdî ji Lîbya û Sûriyeyê zêdetir hewcedariya Amerîkayê, di şerê Azerbeycanê û Ermenistanê de, bi dewleta Receb û Bahçelî heye. Lewma li gel çeteyên wan berê wan dan vê herêmê.

Weke ku çawa êdî li Idlib û Libyayê Pûtîn û Receb hatin dijberî hev, li vê herêmê ew ê hîn pirtir werin hemberî hevdu. Her wiha vê carê Îran jî ew ê pirtir têkildarî vî şerî bibe. Ji ber ku hrm nêviyê Azerbeycanê (Azerbeycana Başûr) di bin destê wan de ye, hem bi navê îslamî bang dike xwe û hwd. Bi piralî Îran nikare ji vî şerî dûr bikeve. Jixwe şer hatiye ber deriyê wan, her du dewlet jî sînordarên wê ye.

Ji aliyê din ve, xwedêgiravî, li Astana û Soçiyê her sê dewlet; rûs, Îran û tirk bûbûn hevalbend û objektîf bûbûn dijberî DYE’yê. Jixwe hinekî zelzele lê hatibû, êdî piştî vî şerî, xwedê zane ew hevalbendiya wan a 3 qolî, ji kok ve têk diçe.

Niha tê gotin ku ev şer ji bo Qerebaxê ye. Lê bi nav Qerebax be jî, belê naverok cuda ye û weke me li jor şîrove kir, plan berfirehtir e. Li gor diyar dibe li vir jî aktorê yekemîn DYE ye û yê duyemîn jî dîsa Rûsya ye.

Di encamê de, ji Tirkiyeyê re tu xêrek mezin diyar nake. Bi tenê ji bo bazirganê ÎHA û SÎHA’yan Selçukê zavayê Receb, dê hinek qezenc hebe û ew ê çend milyon dolar ji I.Aliyev standibe! Her wiha dibe ku li hundir jî Receb dilê hinek misilmanê li gel xwe, Bahçeli jî hinek nijadperestên tirkên li cem xwe, bi xêra vî şerî karibin li gel xwe ragirin, ji bo ku ji wan neqetin bi vî awayî temenê desthilatiya xwe dirêj bikin.

Di encama vî şerî de, gûman ew e ku Rûsya ew ê hwm Azerbeycanê û hwm Çeçenistanê hîn bêhtir hewcedarî xwe bike û bêhtir bixe bin bandora xwe. Amerîka jî ew ê hewl bide ku Tirkiyeyê amade bike, ji bo siberojê karibe bajo ser Îranê.

Helbet weke her car, divê kurd jî hîn bêhtir hesab û kitabê xwe bikin. Ji ber ku van dewlêtên em baş nas dikin, dîsa dikarin li ser kurdan jî bazaran ji bo berjewendên xwe bikin. Ger kurd jîr bin û beşdarî şer nebin, li alîkî yan li her du aliyan nebin alîgir û nekevin şer, berovajî bibin aliyên aştiyê, wê wextê dikarin ji şerd û mercên wisa jî sûd werbigrin. Şûna zirar û ziyanê, ew ê bi qezenc derkevin.

Nûçeyên Têkildar