Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Piştgiriya ji bo pêngava KCK’ê mezin dibe

Konseya Rêveber a KCK’ê ji 12’yê Îlonê ve bi bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê pêngavek da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de her ku diçe piştgiriya ji bo pêngava KCK’ê ya dijî dagirkeriyê zêde dibe. Welatiyên parêzgeha Helebce têkildarî pêngavê axivîn û piştgirî dan.

Welatî Salih Ebdullah li ser planên dewleta tirk ên li hemberî gelê kurd axivî û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji serdema Ataturk ve li dijî kurd, xak û ava Iraqê ye. Niha jî Erdogan dixwaze xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê bisepîne.  Weke welatî heta ji me bê, em ê li dijî bombebarana dewleta tirk a li ser xaka Kurdistanê bin lê ji bo têkoşîna li dijî dagirkeriyê pêwîst e kurd yekgirtî bin. Niha her çar parçeyên Kurdistanê ne yek in. Her yek ji me nêrînek heye, her yek dixwaze hizba wî serkeve.”

Welatiyê bi navê Dana Ebudulqadir diyar kir ku Tirkiye tê sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û ev pirs kir: “Çima hikûmet û PDK’ê li hemberî dagirkeriyê qet helwestek nîne? Ev çend sal in herêmên sînor tên bombebarankirin. Ji ber bombebaranê sivîl şehîd dibin. Sedema van bombebaranan jî lawaziya rêveberên kurd in.”

Dana Ebudulqadir bal kişand li ser pêngava KCK’ê û wiha got: “Helwesta KCK’ê ew e ku hemû kurd hev bigirine. Divê em hemû hevgirtî bîn.”

Kasibkar Omer Enebî jî di heman mijarê de ev tişt anî ziman: “Divê li dijî dagirkeriyê kurd yekdeng û yekhelwest bin. Ger yek helwest nebîn, em hemû baca wê bidin. Em jî weke gelê cîhanê bi yek dengî û yekrengî helwest bigirin. Ger îro helwesta me nebe, dê sibe xerabtir were serê me. Bi hemû awayî piştgiriya peyama KCK’ê dikin.  Divê partî jî yek helwest û yek deng bin. Li dijî dagirkeriyê piştgiriya peyama KCK’ê bikin. Divê li dijî dagirkeriyê miletê kurd berxwedanê bike.” HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar