Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

67 parlamenterên swîsreyî banga serbest berdana HDP’iyan kirin

Navenda Nûçeyan |

Bertekên li dijî girtina 17 siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ku di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de hatin girtin, dewam dikin. 67 hilbijêrên ji 4 partiyên cuda yên swîsreyî, bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê û girtina siyasetmedaran dan.

Endamên Parlamentoya Netewî Stefanîe Prezîoso û Balthasar Glattli, endamên Konseya Dewletê Lîsa Mazzone, Marîna Carobbîo Guscettî û Carlo Sommaruga jî di nav de 67 hilbijêran, di daxuyaniya hevpar a weşandin de, banga divê tavilê siyasetmedarên girtî bên berdan kirin.

Girtinan şermezar kirin

Di peyama banga hevpar de wiha hat gotin: “Ev operasyona berfirek a ku polîsan li dijî HDP’iyan li dar xist, rejîma Recep Tayyîp Erdogan a dij demokrasiyê, karaktere wê yê desthilatdar û zordest bi awayekê net derxistiye holê. Di nava kesên hatin girtin de Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Emîne Ayna, Nazmî Gur, Can Memîş, lêkolîner û femînîst Gulfer Akkaya, nivîskar Alp Altinors, Gunay Kûbîlay û Dîlek Yagli jî hene. Gelên li Tirkiyeyê, mafên xwe yên azad û demokratîk dixwazin. Dixwazin peyvên aştî û diyalogê yên bi gelê kurd re seh bikin. HDP partiyeke legal e û nûnertiya wê heye. Di hilbijartina herî dawî de ji sedî 11 deng girtiye. Em girtînên dawî bi zimanekê aşkera şermezar dikin û em dixwazin girtî bên berdan.”

Parlamenterên ku îmze avêtin bin banga hevpar

Zoé Bachmann, Jean Batou, Jean Burgermeister, Elisabeth Baume-Schneider, Angelo Barrile, Jans Beat, Samuel Bendahan, Olivier Briand, Chavornay Hadrien Buclin, Jean-Luc Christinat, Karine Clerc, Christophe Clivaz, Xavier Company, Pierre Conscience, Brigitte Crottaz, Emmanuel Deonna, Didier Divorne, Renens Yves de MatteisDenis de la Reussille, Diego Esteban, Laurence Fehlmann Rielle, Yvonne Feri, Conseillère nationale, Claudia Friedl, Pierre Alain Fridez, Tamara Funiciello, Sophie Michaud Gigon, Parlement Suisse, Nicole Haas Torriani, Jocelyne Haller, Eva Herzog, Irene Kaïlin, Vincent Keller, Delphine Klopfenstein-Broggini, Ada Marra, Min Li Marti, Mattea Meyer, Fabian Molina, Martina Munz, Claude Nicole, Ilias Panchard, Isabelle Pasquier-Eichenberger,Dimitri Paratte, Valérie Piller Carrard, David Payot, Léonore Porchet, Katharina Prelicz-Huber, Valentine Python, Jean-Charles Rielle, Jean Rossiaud, Franziska Roth, Benjamin Rudaz, Franziska Ryser, Meret Schneider, Ursula Schneider Schüttel, Priska Seiler Graf, Silvio Torriani, Pierre Vanek, Nicolas Walder, Manuela Weichelt-Picard, Felix Wettstein, Cédric Wermuth û Sîbel Arslan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar