Navenda Nûçeyan |
Li Kaledonyaya Nû ya ku girêdayî Fransayê ye û li Pasîfîka Başûr komek girav in, ji bo serxwebûnê referendûm hate lidarxistin.
Li gorî encamên sindoqan ji sedî 53,26’ê hilbijêran ji serxwebûnê re gotin ‘Na’ û ji sedî 46,74’ê hilbijêran jî gotine ‘Erê.’
Du sal berê jî referandûma serxwebûnê hatibû kirin û dengên erê jî ji sedî 43,3 bû.