Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xwestin di kesayeta Rêbertî de gelê kurd tune bikin

Munzur Dersim |

Komployên herî mezin jî di qonaxên qeyranî de yên ku rê li ber pergalên nû vedikir de pêk hatine. Bêgûman her komploya ku tên kirin hem li hemberê rêber, pêşeng û qehramanan, hem jî di kesayetê wan de li hemberê civak û mirovatiyê pêk hatiye. Hinek ji van komployan bi serketine û hinek jî bi demê re têk çûne. Yek ji van komployan jî komploya di 9’ê Cotmeha 1998’an ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Bê guman dewletên navnetewî xwestin ‘di kesayeta Rêbertî de gelê kurd tune bikin.’

Ji bo ku em hinekî wateya komployê fam bikin divê em li dîrokê temaşe bikim. Komploya destpêkê bi destê zilamê bihêz û fêlbaz li hemberî jina dayik-xwedawend pêkhatiye. Bê guman di vê komployê de ji çîrok, destan bigire heta zagon û dadgehan, ji artêşê bigire heta malên giştî û taybet a di nava perestgeh de hemû amûr; rê û rêbaz ji bo jin were şikandin û dîl were girtin pêk hatine. Bi rêya van komployan civak dîl hatiye girtin. Li ser vê hîmê dewlet hem wek zihniyet û hem jî wek avahîsazî hatiye pêşxistin. Di heman demê de ji komploya ku bi hevkariya Enkidû li ser welatê Gotiyan de pêkhatî, destpêka dagirkirina gel û welatê kurdan bû.

Komploya ku li ser Maniyê Mêrdînî ya di sedsala 3’yemîn de pêk hat jî hewildan û derketina ronakbîrî, exlaqî û wekheviyê hate sekinandin.

Komploya ku li ser Xallacê Mansûr a di sala 922’yan de pêk hat û Xallacê Mansûr bi zindî lebatên bedena wî hate birîn û bi îşkenceyên giran ve hate qetilkirin; lêgerîna heqîqetê ya bi navê Enel-Heq hate lewazkirin. Derketina Xallacê Mansûr bandora xwe li ser kevneşopiya berxwedanê ya li pey xwe kir. Sûhreverdiyê ku xwest hişmendî û hezkirin bike yek di encama komployekî de hate girtin û bi zindî çermê wî hate gurandin û gelek pêşengên berxwedanê ev kevneşopî domandin.
Komploya ku li ser Şêx Bedredîn hatiye  pêkanîn, lêgerînên sosyalîst û serhildanên gelê tirkmen û gelên din ê li Anatoliya hatiye temirandin.

Mirov dikare gelek mînakên din jî bide lê belê em fêm dikin ku li her demî, li her deverî û bi rê û rêbazên cûrbecûr pêşengê û rêberên mirovatî û civakê derketine. Li hemberê wan qehramanan bi rastî jî hêzên dewletparêz û hevkarên wan bi hemû hêz û derfetên xwe ve komplo pêkanîne.

Aliyekê van komployan jî jin û civak bûn. Ji bo ku jin û civak di nava van komployan de têk neçin li hember her êrîşên ku pêkhatine bêdeng nebûye û berxwedanên dijwar kirine. Mirovatî û civak ji dema kedxwarî û deshilatdarî pêşketiye heta roja me îro berxwedana xwe domandiye. Dîrok bi xwe jî bi kevneşopî û mînakên vê berxwedanê heta roja meya îro hatiye.

Komploya ku li hemberê Rêber Apo pêk hat jî, di qonaxeke dîrokî de û li hember mirovatî û civakê pêk hat.

Bê gûman wek hemû bûyeran, her komplo jî di dem û cihê xwe de û bi şêwazên xwe yên pêkanînê ve were nirxandin, wê girîngiya wan were fêmkirin.

Hêzên sereke yên modernîteya kapîtalîst, li gel hewkarên xwe yên Rojhilata Navîn ev komplo pêk anîn. Komploya 15’ê Sibatê jî berdewama komployên ku li hember civak û şaristaniya demokratîk a di seranserê dîrokê de pêkhatine jî yek ji van e. Lê belê gelek aliyên xwe yên ciyewaz jî hene.

Rêber Apo wekû ew bi xwe jî dibêje nûnertiya kevneşopiya berxwedana civak û mirovatî ya di tevahî dîrokê de berdewam bûye dike. Rêber Apo dema zarokatiya xwe de ev sîstema heyî nepejirand û dest bi rêwîtiya lêgerîna heqîqetê kir. Di encama vê hewildana xwe de “rastiya gelekî ku heta dawî biryara xwe ya azadiyê daye” afirand. Lêgerîna azadiyê ya Rêber Apo, di heman demê de heqîqetê bi xwe jî ji nû ve zindî kir. Rêber Apo, bi dirûşma “dinyayeke din gengaz e” tenê wekî dirûşmek negirte dest; ev dirûşm ango slogan wê çawa bibe rastiyek, ji lewra jî li rê û rêbazên wê geriya.

Komploya li hember Rêber Apo pêk hat, di heman demê de di kesayeta Rêber Apo de li hember tevahî gelê kurd û gelê Kurdistanê pêk hat. Ji ber ku piştî Şoreşa Neolîtîk û peyre jî konfederasyonên eşîretên kurd ên heta serdema Medya hatine avakirin, gelê Kurdistanê yekem car ewqas bi awayeke yekgirtî, berfereh, dem dirêj û kûr li ber xwe dide. Ev berxwedanî di heman demê de erk û berpirsiyariya pêşengiya mirovatî û civakên cîhanê dide gelê Kurdistanê.

Komploya ku li hember Rêber Apo, di qonaxeke wiha de pêkhat ku tevahî mirovatî û civak nerazîbûna xwe li hember sîstema dewlet û desthilatdarî raber dikirin. Ev nerazîbûn, lêgerîn û hewildanên azadiyê li seranserî cîhanê belav bibû. Her çiqas di nava xwe de parçe parçe be jî, bê rêxistinî be, yekgirtî nebe jî berxwedanekî gelan a cîhangerî li hemû deveran û bi hemû cûre çalakiyan ve pêk dihat.

Ger em komploya ku li hemberî Rêber Apo hatî kirin, di roja me ya îro de bigirin dest wê pir ji demên derbasbûyî cêwaztir be. Ji bo ku tevahî êrîşên ku niha di kesayeta Rêbertî de li ser gelê kurd tên kirin berdewamiya komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ne. Ji ber ku dijminê gelê kurd xwest bi komploya di kesayeta Rêbertî de dayî meşandin gelê kurd tune bike. Niha jî serokkomarê dewleta tirk a faşîst Recep Tayyîp Erdogan dixwaze bi êrîşên li ser Rojava, Bakur û Başûr de komploya ku dayî meşandin bide temam kirin. Lê belê gelê kurd ê ku di dîrokê de xwedî destanên pir binav û deng li hemberî van êrîşên dewleta tirk a faşîst li ber xwe dide û wê bi berxwedana xwe ya dîrokî, fikir û felsefeya ku ji remanê Rêbertî girtî komploya navnetewî ku bi destê dewletên hegemon pêkhatî dê vala derbixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar