Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin

Li Amedê, ji ber krîza aborî her roj dikanên nû li dikanên ku tên girtin zêde dibin. Li gorî daneyên Yekitiya Odeyên Pîşekar û Esnafan a Amedê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an de li bajar 912 dikan hatine girtin. Dîsa ji 6 mehên dawîn ên heman salê û heta niha 890 dikanên din jî hatine girtin.

Herî zêde jî dikan li Sûka Penêrfiroşan a li navçeya dîrokî Sûrê hatine girtin. Sûka ku berê 84 dikan lê hebûn, di 5 salên dawîn de ji ber krîza aborî, qedexeyên derketina derve û pandemiyê 58 dikan lê hatine girtin tenê mane 26 dikan.

Esnaf Lokman Yaşar ku 20 sal in li sûkê penir difiroşe, diyar kir ku bi qedexeyên derketina derve yên sala 2015’ân re girtinan dikanan dest pê kiriye û wiha got: “Bi kûrbûna krîza aborî re girtina dikana zêde bû. Li gel ku demeke dirêj bihayê penir naguhere jî kes zêde nayê nakire. Penir ji gundên Farqîn, Çinar û Erxenê tê sûkê. Bihayê kiloya penir di navbera 20-35’an de diguhere. Em penirê li vir ji her dera welat re dişînin. Berhemên me xwezayî û xweş in.”

Tama sûkê nemaye’

Esnaf Besrî Yenîş jî ku ji kêmbûna karê wan gazinan dikir, da zanîn ku tama sûka penirfiroşan nameye û ev tişt anî ziman: “Ji bo debara xwe em vî karî didomînin. Li her cihê penir tê firotin lê qalîteya penirê me cuda ye. Penirê li vir ne berhemê kargehê ye. Niha piraniya mirovan tenê kîlokî 2 kîlo dikirin. Berê em ji firotina penir nikaribûn bisekinin. Lê niha ji 2 saetan carekê ancax bikerek tê. Kar êdî nemaye.”

Bandora pandemiyê

Esnafê bi navê Lokman Aydar jî da zanîn ku bi destpêkirina pandemiyê re karê wan hatiye asta rawestandinê û wiha got: “Ji bo ku liv û tevgera li sûkê zêde bibe divê sûk bê sererastkirin. Sozên ku berê hatin dayîn bi cih nehatin. Dikan bûna mîna hêlinên çûkan. Ji ber bûyeran nêzî 6 mehan dikan nehatin vekirin û heta salekê kes nehat dikanan. Xesara me ya van deman nehat bersivandin. Bi pandemiyê re karê me sekiniye. Hêza kirînê kêm bûye. Berê bikerekî ku bi 100 TL’yî 5 kîlo penir bikiriya niha dikare tenê 3 kîlo penir bikire. Her gav û saet zem çêdibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar