Polîsan serê vê sibê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya Wanê û malên nûçegihanên ajansê jî di nav de, gelek rojnamegeran de girtin. Di serdegirtinê de nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatin binçavkirin. Polîsên di malan de lêgerîn kirin, dest danîn ser wênekêş, kamera û malzemeyên teknîkî yên rojnamegeran.
Di heman demê de, lêgerîna polîsan a li buroyê dewam dike û destûr nayê dayîn ku nûçegihan tev li lêgerîna li buroyê bibin. Hat hînbûn ku polîsên Şehrîban Abî binçav kirin, bi xwe re birine di serdegirtina buroyê.
Rojnameger Cemîl Ûgûr ê hat binçavkirin, bûyer û belgeyên rapora Servet Tûrgût û Osman Şîban ên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û dûre ji helîkopterê hatibûn avêtin, derxistibû holê û xistibû rojeva raya giştî.
Tûrgût ê ji helîkopterê hatibû avêtin, piştî 20 rojan di beşa venêrîna awarte de ma, jiyana xwe ji dest dabû. Walîtiya Wanê dûre derbarê bûyerê de biyara qedexeya weşanê da bû. WAN