Li Wanê polîsan vê sibehê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) û malên nûçegihanên MA’yê Adanan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala de girt. Polîsan her çar rojnameger binçav kirin û dest danîn ser alav û materyalên dîjîtal ên rojnamegeran.
Polîsan bi saetan li buroya ajansê lêgerîn pêk anî. Nûçegihanên xwestin li gel wan lêgerîn were kirin lê destûra wan nehat dayîn. Her çar rojnameger li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên ragirtin.
Di serdegirtina malan de polîsan nûçegihêb MA’yê Cemîl Ûgûr û Adnan Bîlen û rojnamegerên din bi ser dev avêt erdê. Hat zanîn ku tîmên taybet jî di operasyonê de cih girtine. Hat zanîn ku Cemîl Ûgûr li ser fermana dozgeriyê hatiye binçavkirin. Hevpîşeyên Cemîl Ûgûr xwestin wêne û dîmenên kêliya binçavkirinê bigirin lê polîsan asteng kir û dîmenên hatibûn girtin jî ji aliyê polîsan ve bi darê zorê jê hatin birin.
Her wiha hat ragihandin ku biryara sînorkirina 24 saetan a hevdîtina parêzeran danîn ser 4 rojnamegeran. WAN