Di ser mirina yekemîn Derhênera Weşana Giştî ya jin a Tirkiyeyê Gûrbetellî Ersoz ku di kevneşopiya çapemeniya azad de pêşengtiya rojnamegerên jin kir re 23 sal derbas bûn. Li ser rêça Ersoz a di Rojnameya Ozgur Ulke de dest bi rojnamegertiyê kir, îro bi sedan rojnamegerên jin dimeşin û piştî Ersoz, 7’ê Cotmehê weke Roja Rojnamegerên Jinên Kurd îlan kirin.
Têkildarî Roja Rojnamegerên Jinên Kurd rojnamegerên jin axivîn.
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û edîtora Jinnewsê Ayşe Guney diyar kir ku 7’ê Cotmehê ji bo rojnamegerên jinên kurd, roja bilindkirina têkoşînê ye.
Guney ji bo Gurbetellî Ersoz pênaseya ‘Hem ji bo rojnamegerên jinên kurd û hem jî ji bo kevneşopiya çapemeniya azad, cesareta herî mezin bû’ kir û wiha got: “Medya cîhaneke desthilatdariya zilam e û di vê cîhana desthilatdariya zilam de, jinek di salên 90’î de dibe derhênera weşana giştî ya rojnameyê. Di wan rojên tarî de, ev cesaretek pir mezin e.”
Kevneşopiya rojnamegertiya jinên kurd
Guney da zanîn ku kevneşopiya rojnamegertiya jinên kurd, kevneşopiyeke pir kevn e û ev tişt anî ziman: “Ji dest pêka salên 1900’an ve Kovara Cîhan Jinan bi nivîs û nameyên jinên kurd tê weşandin. Ev dîroka me pir kevnar e. Bi taybetî di warê nivîskî de, dîrokeke me ya pir kevnar heye. Di salên dawî de jî, bi pêşketina çapemeniya jinên azad re di warê dîtbarî de jî, rojnamegeriya jinên kurd bû mînak. Mînak, rojnamegerên jinên kurd, yekemîn Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ava kirin. Dûre ŞÛJIN ji aliyê jinan ve hat avakirin. Îro jî JINNEWS weke evneşopiya rojnamegertiya jinên kurd, weşana xwe dewam dike. Dîsa Televîzyona Jinê bûye reng û dengê hemû jinan û hewl dide bikeve hemû malan û hebûna xwe ava bike.”
Zimanê jinê pêş xist
Di axaftina xwe de Guney diyar kir ku çapemeniya jinên kurd, nûçegihantiya bi zimanê jinê pêş xist û wiha domand: “Çapemeniya jinên kurd, hewl dide bibe mînaka guhertina zimanê çapemeniya azad û derdorên demokratîk. Ji ber vê rojnamegerên jinên kurd, hem zanista zayendî ya civakî û hem jî zanistan jiyana azad pêş dixe. Bi vê hedef dike ku civakê biguherîne û veguherîne”
Guney bal kişand ser zextên desthilatdariyê yên heyî û wiha domand: “Desthilatdarî dixwaze li ser komên çapemeniyê, serdestiya xwe ava bike û di bin kontrola xwe de bigire. Li hemberî rojnamegerên jinên kurd hêrseke mezin a desthilatdariyê heye. Ji ber vê hewl dide rojnamegerên jinên kurd bi polîtîkayên zextan, binçavkirin û girtinê teslîm bigire û rojnamegertiya kurd bitepisîne. Lê li hemberî vê medyayek pir bi hêrs heye. Ji ber ku em weke rojanmegerên jinên kurd, rojnamegertiyê tenê weke pişeyekê nabînin. Em rojnamegertiyê weke awayekê têkoşînê dibînin. Em weke têkoşîna ji bo azadiya xwe didin dibînin. Ji ber vê her tim em di hedefê de ne.”
‘Em ê bîat nekin’
Her wiha Guney dest nîşan kir ku di pêvajoya dawî de, desthilatdarî jin kirine hedefa xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku em di heman demê de kurd in, em hîn zêdetir di hedefê de ne. Weke rojnamegerên jinên kurd me cesareta xwe ji Gurbettellî Ersoz girtiye û em li ser rêya wê dimeşin. Dîsa me cesareta xwe ji Ayfer Serçeyan girtiye. Ji ber vê em ê bîat nekin. Em ê wisa bi zextan teslîm nebin. Em ê xwedî kevneşopiya têkoşîna jinan derbikevin. Niha bi deh hezaran jinên kurd ên xwedî vê kevneşopiyê derkevin hene û em ê pêşengtiya xwe mezin bikin.”
Kurd, jin û rojnamegertî
Nûçegihana Rojnameya Xwebûnê Bêrîvan Kayi jî diyar kir ku di rojnamegertiya jinên kurd de, rastî ji gel re ragihandin, xwedî cihek dîrokî ye û wiha got: “Em vê yekê di vir de dibînin; dema ku em li perspektîfa wê dîrokê mêze dikin, bi salane hesaba zextên li ser jinan ji jinên kurd tên pirsîn. Hem jin, hem jinên kurd û hem jî rojnamegertî, ji aliyê desthilatdariya heyî ve nayê qebûlkirin. Ev sê têgînên ku her tim di hedefa desthilatariyê de ne, her sê qad jî tune tên hesibandin. Lê rojnamegerên jinên kurd, di van her sê qadan de têkoşînek mezin dide. Ji bo nasnameya kurd, nasnameya jinê û qada çepemeniyê têdikoşin. Bi boneya vê rojê em dibêjin ku em ê li dijî hemû zextan li ber xwe bidin û di rastiyan israr bikin.”
‘Ne tesaduf e’
Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Gulcan Derelî jî anî ziman ku yekemîn Derhênera Weşana Giştî ya Gurbetellî Ersoz a di çapemeniya azad de ne tesaduf e û wiha axivî: “Dîsa avakirina yekemîn ajansa jinan a ji aliyê rojnamegerên jinên kurd ve ne tesaduf e. Îro di çapemeniya azad de, rola herî aktîf dilîzin. Ev jî ne tesaduf e. Ev yek bi zimanê heqîqetê û lêgerîna azadiya jinên kurd ve girêdayî ye. Ji bo vê bedelên pir mezin hatin dayîn. Hemû zor û zehmetiyên heyî bi van berdelan, eşqa têkoşînê û zanistan azadiyê derbas dibin.”
Derelî dest nîşan kir ku rojnamegerên jinên kurd, rolê xwe yê pêşengtiyê dilîzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di lêgerîna civaka demokratîk, jiyana nû û azad de pêşketin û zanisteke mezin heye. Em ê jî, bi pênûsa ku me ji Gurbetellî Ersoz û Nûjiyan Erhan dewr girt, nivîsandina heqîqetê û guhertina jiyanê dewam bikin.” AMED