Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

‘Êş, evîn, berxwedan û têkoşîna gel bi kilaman nade jibîrkirin’

Di wêjeya devkî ya kurdî de dengbêjî  xwedî cihekî girîng e. Li Kurdistanê ji dîrokê ve heta niha bi hezaran serpêhatiyên mîna êş, evîn, zilm, şer û komkujî, bi klamanên dengbêjan heya roja îro hatine. Carînan Evdalê Zeynikê, carînan Mîrê Botanê û carînan jî Mem û Zîn dibin mêvanên klamên dengbêjan. Komkujî, hovîtî û lehengiya kurdan a ku bi salane hewl didin ku bidin ji bîr kirin bi saya dengbêjiyê ji nifşekî derbasî nifşek din dibe. Ligel gotina her klamekî rêwîtiya raborî ber bi pêşerojê ve ji nû ve dest pê dike. Dengbêj Ehmed Belge yê ku di zarokatiya xwe de heta niha bi dengbêjiyê serpahatiyên kurdan ji pêşerojê re radigihîne, bûyer û efsaneyên ku li herêma Botanê qewimîn bi klamanên xwe zindî dike.

Yek ji serpêhatiyên ku di nava gelê kurd de nav û deng têkoşîn û sekna Bedirhan Beg e. Dengbêj Ehmed Belge, Bedirxan Beg ê ku bûye mijara klaman wiha vedbiêje: “Bedirxan Beg dema ku bû Emîrê Botanê 19 salî bû. Wê demê Împaratoriya Osmanî gelek guhertinên îdarî pêk anîn.  Bedirxan Beg di navbera Împaratoriya Osmanî û feodalên kurd de rolek girîng dilîst. Bedirxan Beg baca û leşker nedan hikûmeta osmaniyan. Bedirxan Beg, serxwebûn ragihand û Cizîr kir paytext. Pişt re ala kurd bi keleha Cizîrê ve daliqand. Paşê, osmaniyan ji sê aliyan ve êrîş kirin û dema Cizîr dorpêç kirin, Bedirxan Beg û biraziyê wî dil girtin.  Bedirxan Beg piştî ku hat dil girtin, dibin Sewasê û li wir derbasî Stenbolê dikin. Dûre wî û malbata wî bi veşartî derbasî Yewnenistanê dikin. Di wê demê de Yewnenistan di bin hikmê osmaniyan de bû. Bedirxan 7 salan li girava Yewnenistanê tê girtin. Di wan 7 salan de Bedirxan Beg bi fikir û ramanên xwe rê û rêbaz nîşanî hikûmetê didan. Hîn kes dibêjin 19 kurê Beg hebûn û kirin mezinên hêza hikûmetê ya leşkerî. Pişt re ji Yewnenistanê Bedirxan beg dişînin Şamê. Bedirxan Beg wekî Mîrê Mîran tê pênasekirin. Beg bi daxwaza xwe emrê xweyê heyî li Şamê derbas dike û li wir emrê xwedê dike û gora wî niha jî li Şamê ye. Li ser vê xakê bi hezaran lehengên mîna Bedirxan Beg hene. Em jî wekî Dengbêjên vî gelî ji bo ku wan nedin ji bîr kirin her tim dibêjîn û didin guhdarî kirin.”

Kilama Mîrê Botanê

Dengbêj Ehmed, bal kişand ser kilama Mîrê Botanê û wiha axivî: “Wexta ku koçer diçin zozanan quntara Kêre pezvan ber berxan bûn. Şivanên van yek ji van qîzîk, yek ji van jî lawik bû. Ev herdu nasînên hev bûn. Ji hevdû hez dikirin. Dibêjin kevokek Mîrê Botan hebû. Ev kevok hevalê herî pêbawer û dilsoz ê yê Mîr bû. Mîrê Botan ew kevok dişand da ku guh bide derdorê. Bi saya vî kevokî haya Mîr ji bûyerên diqewimîn çêdibû. Rojekî kevok baz dide û diçe. Ev kevok van herdû evîndaran guhdar dike. Kevok piştî ku li van her du evîndaran guhdar dike, diçe dîwana Mîr û jêre dibêje, ‘Min îro dengek wisa bihîst ku min di jiyana xwe de nebihîstiye.’ Mîr mereq dike û dipirse ‘Ev çi dengê wisa?’ Kevok ji Mîr re dest bi vegotina du evîndaran dike. Mîr ferman dide û lawik diavêjin zindanê. Li ser vê bûyerê li Zomê mal ber bi barkirinê ve diçin. Keçika evîndar ji Mîr re dibêje ‘Mîrê min guh bidin min û hûn paşê çi bikin bikin.’ Li ser vê gotina keçika evîndar; Mîr, kevok û çend kes tên milê pirê û li wir xwe vedişerin. Keçik îdare nake û qesta Cizîrê dike. Bi qayikê dixwaze derbas bibe. Lê xwediyê qayikê ji ber fermana Mîr keçikê derbas nake. Mîr ji keçikê re dibêje ‘Ez te guhdar dikim.’ Keçik dest bi vegotina evîna xwe dike. Mîr piştî guhdarkirinê lawik ber dide û herdû evîndar digihîjin mîraza xwe. Piş re ev serpêhatî li herêmê belav dibe û dibe kilameke evînê li ser zimanê dengbêjan.”

Hawara Şirnexê

Dengbêj Ehmed anî ziman ku ji avakirina Komara Tirkiyeyê heye roja îro gelê kurd bi berxwedanên bêhempa zilm têk biriye û wiha kilama li ser zilmê vedibêje: “Di dîrokê de heta niha gelê kurd rastî gelek zilm û zordestiyan hatin. Ji roja ku Împaratoryiya Osmanî û Komara Tirkiyeyê hat avakirin ve, kurd her tim rastî zilmê hatin û bajarên wan tim di dorpêçê de ne. Leşkeran axayên eşîran hilweşandin, mal û milên kurdan talan kirin, zar û zêçên wan koçber kirin. Dema ku dor hat Şirnexê, şer derket û Goyî bi hawara Şirnexê ve hatin û li bajêr şer dest pê kir. Kilama Hawara Şirnexê jî vê hatiye gotin. Ji damezrandina komarê ve heta roja me ya îro nêzîkatiya li dijî kurdan tu carî neguherî û hîn jî berdewam dike. Em jî wekî dengbêjên vî gelî, êş, evîn, berxwedan û têkoşîna gel bi kilamên xwe ber bi siberojê ve dibin.”  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar