Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Rêxistinên jinan pêngava ‘Na ji dagirkerî û qirkirinê re’ ragihand

Ji bo şermezarkirina êrîş û sûcên dewleta tirk a dagirker û ji bo redkirina komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komîteya Amadekar bi navê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de pêngava xwe ya nû ragihand.

Daxuyanî li Kampa Waşûkanî li rojavayî bajarê Hesekê bi tevlêbûna endamên rêxistinên jinan hate xwendin.

Şaxê Kongreya Star a herêma Efrînê jî heman daxuyanî li Kampa Serdemê ya li kantona Şehbayê da.

Daxuyaniya jinan wiha ye:

“Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin.

Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve rola herî xerab ji bo dirêjkirina temenê aloziyê lîst û destwerdana wê bandoreke mezin li ser guhartina rêveçûnên siyasî û leşkerî li ser rûyê erdê kir. Bi vî awayî vegera çavbirçîbûna osmaniyan li ser axa Sûriyeyê ji bo pêkanîna berjewendiyên wan ên stratejîk aşkera bû.

Bi rêveçûna bûyeran re diyar bû ku dewleta tirk jî rewşa Sûriyeyê ji bo xwe bi kar anî û di nava hêzên ku ev alozî afirandine û kûr kirine de bû.

Dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê 15’an Adara 2011’an ve destwerdana kar û barên Sûriyeyê kir û bi demê re rêbazên destwerdanê hatin guhartin. Her wiha dewleta tirk bi erêkirin û lihevkirina hin dewletên Rojava ji bo piştgiriya hin komên terorîst li dijî Serêkaniyê û Kobanê 2012’yan sînorên xwe weke deriyên derbasbûna muxalîfên normal û yên tundraw vekirin.

Her wiha di hemû kongre û lêgerînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê yên wekî kongreyên Cenevre, Soçî û Astanayê hatine lidarxistin de rola herî xerab lîst û bi rêya van kongreyan dewleta tirk bi bihaneya ‘herêma bêçek’ dest danî ser gelek herêmên Sûriyeyê. Ev jî di bin navên cuda de rengek ji dagirkeriyê ye û ev herêm veguherîn cihê komên terorîst ên çekdar û baregehên perwerdeyê yên di bin parastina dewleta tirk de.

Ji bo temamkirina rola dewleta tirk a li dijî gelê Sûriyeyê, artêşa tirk a dagirker di bin navê cuda yên wekî Mertalê Firatê, Şaxê Zeytûnê, Kaniya Aştiyê ku bajarên Bab, Ezaz, Cereblus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin de, gelek operasyonên leşkerî dest pê kirin û ev operasyon di bin perdeya rûsî de ku dewleta tirk û Rûsyayê diparêze û berjewendiyên wan pêk tîne, çêbûn.

Êdî têkiliyên dewleta tirk a dagirker bi komên çete re ku ew bi hemû navên wan bikar anîne û di aliyê navnetewî de jî di lîsteya terorê de ne, nayên veşartin. Nexasim komên ku di destpêkê de û ji hemû aliyan ve piştgiriya wan kiriye û hîna jî dike, Cebhet El-Nusra û DAIŞ in. Her wiha hin komên din ku yekser di bin çavdêriya dewleta tirk de hatin damezirandin ku li wan herêmên dagirkirî siyaseta tirkkirinê, qirkirina nijadî û çandî, guhartina demografîk û koçberkirina bi darê zorê meşandin. Li aliyekî din van komên çeteyên terorîst sûcên weke kuştin, destdirêjî, talankirin, dizîn, wêrankirina şûnwaran, hilkirina daran û şewitandina erdên çandiniyê pêk anîn.

Ev êrîşên hişmendiya zayendperest ku ji aliyê rêjîma zilamên desthilatdar ve pêk tên, jinê hedef digire da ku hewldana jinan a ber bi azadiyê ve sînordar bike. Em rojane li ser asata cîhanê şahidiyê ji van bûyerên ku şêwazê wan li gorî her welatekî tê guhartin re dikin.  Ev rejîma ku hebûna jinan hedef digire û bi hedefgirtina jinan re, hewl dide metirsiyê li ser civak û xwezayê ava bike.

Herêmên me jî dibin şahidên van sûcên ku divê werin bibîrxisitin û bi taybet ên tund û kiryarên li dijî mafên jinan ku jinê pê re rû bi rû dimînin. Destdirêjî, kuştin, dîlgirtin, revandin, bikaranîna jinan bi rêbazên herî xirab, qirkirina wan, şikandina îradeya wan û têkbirina têkoşîna wan. Kiryarê kuştina şehîd Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde, pêlîstina cenazeya şehîd Amara û gelek kesên din ku dagirkeriya tirk û çeteyên wê bi sûcên herî xirab li dijî wan de kirine û herî dawî jî hedefgirtina şehîd Zehra, Hebûn û Dayê Emîne li gundê Hilincê yê Kobanê  hîna jî li ber çavên me ye. Ev operasyonên hedefgirtina jinên çalakvan di warê rêxistinî û siyasî de wek derbeyekê li dijî koma Tevgera Rizgariya Jinan û rêxistinên girêdayî wê ye. Ev şêwazên hovane piştrast dikin ku dewleta tirk ji rola ku jinan ji bo pêşengiya şoreşê û parastina destkeftiyan dilîze, ditirse.

Gefên dewleta tirk a dagirker ên nû li ser hin herêmên Sûriyeyê ji bo ewlehiya herêmê metirsiyê çêdike. Dibe ku keraseteke mirovî ya nû li Sûriyeyê pêk bîne, bi taybet piştî ku çekên qedexekirî ji bo kuştina gelê sûriyeyî bikar anî û wêrankirina xaka Sûriyeyê zêde kir, hîna jî bermahiyên xerabkirin û talankirinê xelas nebûne. Li aliyekê din jî hewldana têkbirina jiyana hevbeş û aştiyane ya di navbera kurd, ereb, suryan, asûr, keldan, tirkman, çerkes û êzidî de ku nûnertiya projeya netewa demokratîk dikin, bû.

Divê em derbarê xeteriya dewleta tirk de baldar bin, divê rê li pêş sûcên wê yên gefan li azadiya jin û destkeftiyên şoreşê dixwin, bigirin da ku şer û komkujî pêk neyên.

Êrîşên dewleta tirk, derbeyeke mezin li jiyana hevbeş a di navbera gel, etnîk û çandên li Sûriyeyê de ye. Her wiha têkbirina projeya çareseriya siyasî ye, ya ku aramî û ewlehiyê li Sûriyeyê li ser esasê jiyana hevbeş a azadiya di navbera gelên Sûriyeyê de bi kar tîne. Her wiha dewleta tirk bêdengiya navneteweyî ya ji hêla NATO’yê ve derfet digire û berjewendiyên xwe pêk tîne. Bi wê re jî ji DAIŞ’ê xeternaktir e.

Bi kurtasî, sûcên ku dewleta tirk û çeteyên wê li dijî gelê Sûriyeyê li ser xak û bajarên Sûriyeyê pêk tîne dikevin benda sûcên şer û sûcên dermirovî, ji qirkirina etnîkî, qirkirina komî, koçberkirina bizorê û guhartina demografî. Bi wê re jî divê bi lez an dereng dewleta tirk were muhasebekirin û darizandin.

Em îro, rêxistin, tevger, yekitî û saziyên jinan vê hemleyê ji bo sekna li hember dewleta tirk têkildarî fikra qirkirin û dûrxistina bi mafên jinan û gel dest pê dikin. Da ku dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê.

Li aliyekî din jî, çawa ku jin hê jî di bidestxistina maf û parastina rûmeta xwe de têdikoşin, piştrast dikin ku dê tevahî hewldanên dewleta tirk bi bin kevin. Bi yekitî û piştgiriya jinan ji hev re dê hêza xurt bê avakirin û li hember tevahî hewldanên qirkirin, dûrxistin û nijadiyê bisekin û dagirkeriyê têk bibin.

Di hemleyê de gelek çalakî û xebat hene ku dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên belavkirin.

Bang li rêxistin û saziyên navneteweyî yên peywendîdar dikin ku ji bêdengiya xwe ya şermok li hember sûcên li bakurê Sûriyeyê dibin derkevin, roleke aktîf bilîzin, li gorî rêgez û qanûnên hiqûqî, mirovî û exlaqî tev bigerin.  Ji ber ku her bêdengî nîşaneya beşdariya dijminatiyê ye.

Bang li rêxistin û saziyên navneteweyî yên peywendîdar, bi taybet ên girêdayî parastina mafên mirov û mafên jinan dikin ku bi rola xwe ya der barê belgekirina sûcan rabin û sûcdaran muhasebe bikin.

Bang li Konseya Ewlehiyê û civaka navneteweyî dikin ku dewleta tirk neçar bikin ku hêzên xwe yên êrîşî xaka Sûriyeyê kirine bikişînin û êrîşên xwe rawestînin, ji ber ku ev li dijî qanûna navneteweyî ye û gefan li ewlehî û aramiya herêm û cîhanê dixwe.

Bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan ên li ser asta cîhanê dikin ku piştevanî û piştgiriya şoreşa jinan bikin, ji ber ku destkeftiyên wê destkeftiyên tevahî jinên cîhanê ye. Ji lew re divê parastina vê şoreşê bê kirin, her wiha parastin û piştevaniya HSD, YPG û YPJ û HSNB bê kirin, ji ber ku van hêzan ji ber cîhanê ve şerê mezintirîn hêzên tarî li cîhanê kir û mirovahî ji şerê wê parast.”

Saziyên ku tev li pêngavê bûne wiha ne:

Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Suryanî, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê,  Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk, Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Tora Rêveberên Aştiyê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê, Rêxistina Mafên Mirovan, Rêxistina Insaf a Pêşveçûnê, Rêxistina Elyasmîn, Kooperatîfa Sawoşka ya Jinan, Rêxistina Aşna ya Pêşveçûnê, Rêxistina Ferat a Alîkarî û Pêşveçûnê, Navenda Edil ya Mafên Mirovan, Kooperatîfa Dîcle ji bo Parastina Ekolojiyê, Navenda Belsem a Fêrkirina Tendrustiyê, Kooperatîfa Şemal ya Mirovhezî ya Alîkarî û Pêşveçûnê, Rêxistina Cezîre ya Pêşveçûnê, Rêxistina Erd El-Selam, Rêxistina Kobanê ya Alîkarî û Pêşveçûnê, Rêxistina Hêvî ya Alîkarî û Pêşveçûnê, Kooperatîfa Soz a Alîkarî û Pêşveçûnê, Rêxistina Eta El-Baxoz a Pêşveçûnê, Rêxistina Sewaad a Dêrazorê, Rêxistina Forma Du Çeman, Dan ji bo Alîkarî û Pêşveçûnê, Rêxistina Terahum a Pêşveçûnê, Rêxistina Doz, Kooperatîfa Sibe Xweş e ya Alîkarî û Pêşveçûnê, Kooperatîfa Maya, Kooperatîfa Nûrcan a Amûdê.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar