Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî salvegera 22’yemîn a Komploya Nanvetewî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Daxuyaniya MYK’a HDP’ê ya bi sernavê ‘Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrîşek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e’ wiha ye: “22 sal di ser plana navneteweyî ya 9’ê Cotmehê (Roja Reş) re derbas bûn. Ev plana ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di şexsê Ocalan de, mudexaleyeke li dijî siberoja gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Ev plana ku berî her tiştî li dijî fikr û nêrînên Ocalan ên ji bo aştî, aramî, demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn hate pêkanîn, bandora xwe li ser gelek geşedanên îro jî kiriye û bûye sedema gelek pirsgirêkan.
Ocalan bersivek dîrokî da vê planê
Hêzên herêmî û navneteweyî ji bo ku mudaxileyî Rojhilata Navîn bikin ev plan xistin meriyetê û bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê ve, ev plan hate destpêkirin. Bi vê plana navneteweyî xwestin ku gelê kurd û tirk û gelên Rojhilata Navîn bînin pêşberî hevdu û wan têxin qirika hevdu û bi vî awayî şerekî navxweyî bidin destpêkirin. Lê Ocalan ev plana wan hêzan a ku dixwestin li deverê şerekî mezin û bi salan bidin destpêkirin ferq û fehm kir û li dijî wê plana qirêj û bi talûke seknek nîşan da û ew plan pûç kir. Ocalan li dijî vê plana ku dixwaze gelan bixe qirika hevdu, rêya çareseriyê bi pêş xist û bi fikra Komara Demokratîk û pêkvejiyana gelan bersiveke dîrokî da vê planê.
Ocalan komplo û tecrîdê pûç kir
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît, piştî salan derbarê vê planê de gotibû ‘Min jî fehm nekir ku gelo Amerîkayê ji bo çi Ocalan radestî me kir.’ Ev beyana Ecevît nîşan dide ku ev plana radestkirina Ocalan li ser maseyan û ji aliyê hêzên nepenî ve hatiye amadekirin. Bi radestkirina Ocalan û bi vê pêvajoyê diyar bû ku di têkiliyên navdewletî de li şûna pîvanên dîplomatîk, reftarên komplogeriyê esas tê girtin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî parçeyekî vê planê bû. Ocalan ev xetereya bi fehm û feraseta xwe pûç kir û rê li ber şerê navxweyî girt. Di bin şertên tecrîda girankirî de, her hewl da ku pêkvejiyana gelên kurd û tirk û aştiyeke birûmet pêk bîne.
Ocalan hem li dijî vê planê û hem jî li dijî tecrîdê, fikr û nêrînên xwe li ser bingeha qebûlkirin û naskirina cudahiyan ava kir û her hewl da ku rê li ber şer bigire. Bi avakirina modela neteweya demokratîk ve xwest ku netewe, bawerî û çandên cuda bên naskirin. Lê dewletê bi tecrîd û tundiyê bersiv da vê modelê û banga Ocalan û loma jî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya îro xwe dispêre vê nêzikatiya dewletê. Nêzikatiya li Ocalan nêzikatiya li pirsgirêka kurd û nêzikatiya demokrasiyê nîşan dide.
Dixwazin bi tecrîdê gelan bifetisînin
Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrîşek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û têxe qirika hevdû; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.” ENQERE