Li Stenbolê di 28’ê îlonê de bi dirûşma ‘Li dijî cîhana newekhev, em di Dema Jinê de ne’ Komelaya Dema Jinê (Kadin Zamani) hat avakirin. Komele, piştî xebata salekê hat avakirin. Piştî hat avakirin gelek saziyên jinan, femînîst, partiyên siyasî û jinên sendîkayî serdana komeleyê kirin.
Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan diyar kir ku bi 7 kesan dane ser vê rêyê û bal kişand ser armanca komeleyê.
Başalan anî ziman ku ji zû de li ser komeleyekê hûr bûbûn lê belê ji ber şewbê taloq kirine û got ku armanca wan a sereke pêkanîna rêxistinbûyîna jinê ye. Başalan da zanîn ku ewilî bi 7 kesan dest pê kirine, çend meh şûn de dê desteya giştî li dar bixin û hewl bidin hejmara xwe zêdetir bikin û da zanîn ku di warê perwerdehî, hiqûq, çand, huner û malbatê de dê gelek komîsyonan ava bikin û kesên ev komele ava kirine ji çandeke têkoşîna jinê tên.
Çima Dema Jinê?
Di axaftina xwe de Başalan bal kişand ser êrîşên pergala mêr ên li ser jinan û got ku ev êrîş êdî li tevahiya cîhanê tên dîtin û jin jî bi têkoşînê bersiva van êrîşan didin. Başalan destnîşan kir ku têkoşîna jinê heyecanek pir muthîş e û wiha domand: “Em dibînin ku jin li ber van êrîşan serî natewînin û berevajî hin detskeftiyên din li destkeftiyên xwe zêde dikin û li ber vê pergalê radibin. Heger sedsala 21’emîn dema jinê be, nexwe em jî dikarin bibin pêşengê vê.”
Başalan ji bo navê komeleyê jî diyar kir ku ji bo vê gelek lêkolîn kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê belê jin pir bi êrîşan re rû bi rû dimînin û li hemberî van êrîşan li ber xwe didin. Berxwedanê demê li ber guhê me xist. Me jî got navê ‘dema jinê’ navekî di cî de ye. Têkoşîneke bi sedan salan heye. Lê tu carî ev qasî xuyangtir nebûbû. Niha gava em lê dinêrin em dibînin ku jin li cem hev du ne û bi hev re têdikoşin. Tekane armanca me xurtkirin û mezinkirina têkoşîna jinê ye. Lewma em jî dibêjin em tam di wext de dibêjin ‘Dema Jinê ye.’ Me jî xwest em bi komeleya xwe bibin bersiv. Nexasim kêfa jinan pir ji vî navî re hat. Ev jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye.”
Atolyeyên xwebaweriyê
Başalan destnîşan kir ku wê bi her awayî li ber tundiya li jinê tê kirin rabin û got ku nexasim jî wê bêtir atolyeyên xwebaweriyê li dar bixin û wiha pêde çû: “Ji lewra gava jinek bi xwe bawer be, bîra xwe kifş bike wê karibe li ber êrîşan rabe. Gava em bi tundiyê re rû bi rû dimînin em nizanin em çawa têbikoşin. Ji ber ku em nizanin em li her derî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Ji bo em karibin li ber tundiyê rabin divê em hêza xwe û hişê xwe xurt bikin. Gava em pratîka vê yekê bikin, jixwe em ê karibin pêşî li tundiyê bigirin. Kes nikare bi rihetî tahdê li jineke zana û rêxistinbûyî bike. Ji lewra dizanin ev jin ne bi tenê ne û wê têbikoşin.”
Herî wiha Başalan destnîşan kir ku piştevanî û têkoşîna jinê bêsînor e û dê navenda xebatên wan Stenbol be lê belê wê li seranserê Tirkiyeyê û pêwendiyê bi jinan re deynin û her wiha wê pêwendiyê bi jinan navneteweyî re jî deynin û diyar kir ku li ku dibe bila bibe, çi dibe bila bibe wê li cem jinan bin û bang li jinan kir ku bi hev re komeleyê xurt bikin. STENBOL