Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo li Mexmûr û Binarê Qendilê hat şermezarkirin

Navenda Nûçeyan |

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê gel bi awayek girseyî li ber avahiya Şaredariya Wargehê kombûn û bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rêber Apo, Bimire Komploya 9’ê Cotmehê, Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe’ meşiyan. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Piştî gera meşê ya di nava wargehê de, li Navenda Çand û Hunerê ya wargehê kombûn. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Xurbet Îşlek ve hat xwendin.

Xurbet Îşlek di xwendina daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya 23’yemîn salvegera komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê û wiha got: “Em hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên bûyîn çirûskek ji agir, bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr tînîn û soza tekoşîn û bilindkirina xeyalên wan didin. Komploya ku di kesayetiya Rêber Apo de pêk hatî, li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye. Serkêşiya vê komployê Amerîka hêzên navnetewî û hinek kurdên ku bûne şirîkê vê komplo û bêbextiyê em şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de têkoşina Ocalan a 22 sal e bêhempa li dijî faşîzmê dide meşandin, hat bir xistin û wiha hat berdewamkirin: “Bi siyaset û stratejiya ku li zindanê dayîn meşandin xwestin vê tekoşînê tasfiye bikin lê tekoşîna azadiya Kurdistanê bi paş ve nema û pêş ket. Bi milyonan mirov li dora fikrê Rêber Apo kombûn. Hêzên navnetewî û dewletên neyarên kurdan naxwazin dengê Rêber Apo derkeve, fikrên wî were zanîn. Rêberê gelan, hemû gel kirin xwedî îrade. Rêbertî bi têkoşîna xwe komplo bi hemû armancên wî ve vala derxist. Lê dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê li hember serkeftinên gelê kurd bi şêwe û rêbazên cudatir komployên nû ku berdewama komploya naveneteweyî ye destpê kirin. Hikûmeta AKP’ê destpêkê bi tunekirina masaya çaraseriyê re û piştre ji bi tecrîdkirina Rêbertî re îro jî êrîşên bi topyekûn ên tunekirina gelê kurd û wêrankirina bajarên kurdan re dixwazin encam bigirin. Lê ev hewildan û êrîşên wan ji bêçaresertiya wan tê. Ji ber ku AKP li hember têkoşîna gelê kurd li hemû qadan winda dike. Di qada navneteweyî de tengav bûye, çavê wî sor bûye û bi hemû hêza xwe li hemû qada êrîşî gelê kurd dike. Li gel vê yekê Şoreşa Rojava, projeya çareseriya Rêbertî û tevgera me ya ji bo Sûriye û Rojhileta Navin, weke alternatîfa sereke îro di aligirê çareseriyê de hêviya ji bo pêvajoyê zêdetir kiriye.”

Îşlek di berdewamiya daxuyaniyê de pêngavê KCK’ê bi bi bîr xist û wiha pêde çû: “Dijmintiya li kurdan û êrîşên li dijî her tiştên bi navê kurdîtiyê ku di demê komploya navnetewî de hatî kirin, niha jî bi rengekî bênavber didome. Lê belê bi ruhê şehîdên berxwedana ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li her deverê berxwedaniyek bi rengê fedayî heye. Heta Rêber Apo azad nebe jin azad nabe, ji ber ku azadiya jinê bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Em weke civaka kurd deyndarê Rêber Apo ne, ji bo em vî deynê xwe bidin dem hatiye em Rêber Apo azad bikin û bi awayek fîzîkî di nava xwe de bibînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî mirovahiyê hat kirin ku roja 10’ê Cotmehê ya weke Roja Azadiya Rêber Apo hatiye îlankirin bi awayek çalak pêşwazî bikin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rêber Apo’, ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, “Bimire Komploya 9’ê Cotmehê’ bi dawî bû.

Li Binarê Qendilê meş

Bi heman armancî di saetên êvarê de ji aliyê Meclisa Gel a Binarê Qendîlê ve li gundên Bokrîsan û Kozîne yên Binarê Qendîlê çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya li gundê Bokrîsan bi awayê meş bû, ya li gundê Kozîne jî daxuyanî hate dayîn. Meşa ku li Bokrîsan meşê bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’, ‘Faşîst Erdogan’ û ‘Bimire xiyanet’ destpêkir ta gundê Zergelê berdewam kir.

Daxuyaniya li gundê Kozîne ji aliyê Şêx Mimemed Bestê û ya li gundê Bokrîsan jî ji aliyê Awaz Îsamîl ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Êrîş û komploya navneteweyî ji aliyê Amerîkayê ve di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de destpê kir. Hemû dewletên serdest û sermayedar xwestin bi dîlgirtina Rêber Ocalan gelê kurd qir bikin. 22 sal di ser vê komployê re derbas dibe. Em wek rûniştvanên Binarê Qendîlê carek din vê komployê şermezar dikin. Em silav ji Rêber Apo dişînin ku ev 22 sal e li dijî vê komployê li ber xwe dide.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin wek şêniyên Binarê Qendîlê ew ji dil û can piştigiriyê didin pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ û ew ê bi ruhê têkoşînê di sala 23’yemîn a komployê de li ber xwe bidin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar