Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Rojnamegerî ne sûc e’

Li Wanê ji 6 rojnamegerên ku bûyera 2 welatiyên ji helîkoptêrê hatin avêtin û yekî jiyana xwe ji dest da kirin nûçe, 4 rojnameger duh hatin girtin. Têkildarî girtina 4 rojnamegeran Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), li avahiya DFG’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Roza Metîna û Nûnerê TGS’ê Mahmut Oral û gelek rojnamgerên din beşdarî civînê bûn. Rojnamegeran li salonê dowizên ‘Ji Rojnamegeran re Azadî’, ‘Em Rojnameger in’, ‘Rojnamegerî Ne Sûc e’ rakirin. Ewil Hevserokê DFG’ê Serdar Altan daxuyanî da.

Altan anî ziman ku dema dixwazin rastiyan serobino bikin berî her tiştî rojnamegeran dikin armanc û wiha got: “Ji ber ku rojnameger xwedî erk in ku yên tên jiyîn rasterast bigînin gel û vê yekê dikin. Bê guman ev jî li xweşiya hêzên îktîdarê naçe. Ji ber vê yekê hebûna rêxistinên çapemeniyê yên azad û bê alî naxwazin. Me li cîhanê carek din ev jiya û dît. Li Wanê polîsan di sibeha 6’ê cotmehê de bi buroya Ajansa Mezopotamya ya Wanê de girtin. Di heman saetê de polîsan bi ser malên 6 rojnamegeran de girt. Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Fehîm Çetîner û belavkara berê Şukran Erdem binçav kirin. Ji 6 hevalên me yên endamên çapemeniyê mixabin duh 4 ji wan sewqî dadgehê kirin û girtin.”

‘MA’yê îspat kir ku Turgut û Şîban ji helîkopterê hatine avêtin’

Altan pirsa ‘Ev hevalên me çima binçav kirin û girtin?’ pirsî û wiha got: “Em bawer dikin ku hemû raya giştî bersiva vê pirsê dizanin. Ajansa Mezopotamyayê bi belgeyan îspat kir ku Servet Turgut û Osman Şîban, li Navçeya Şaxê ya Wanê leşkeran ew binçav kirin û ji helîkopterê avêtin. Rayedaran berê ev bûyer înkar kirin. Piştî bi belgeyan derxistin holê, êdî hewce bi gotinê nema. Piştî hewldana ku rastiyan ronî bike pêş ket, ajans kirin hedef. Piştre ji bo vê rastiyê belav bikin hevalên me yên rojnameger binçav kirin û girtin.”

‘Ji ber rastî ronî kirin bûn hedef’

Di axaftina xwe de Altan bal kişand ser zextên li ser MA’yê û wiha berdewam kir: “Piştî xebatkarên Ajansa Mezopotamyayê ev nûçe çêkirin û rastî derxistin holê, zextên li dijî nûçegîhanan dest pê kir û pişte rojnameger binçav kirin. Piştî Servet Turgut jiyana xwe ji dest da, di sersaxî û şînê de polîsan raste rast Ajansa Mezopotamyayê kirin hedef. Polîsan ekîbê nûçeyan û nûçegîhan asteng kirin û kirin hedef. Piştre malpera înternetê ya Ajansa Mezopotamya asteng kirin. Xuya dike ku zext û tundiya li ser rojnamegeran têr nake, vê carê 4 hevalên me yên rojnameger berê binçav kirin û piştre bi hincetên pûç girtin. Bi hincetên bê kok û li dijî rastiyan hevalên me tawanbar kirin û girtin. Ji ber ku rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin, hem di lêpirsîna midûriyeta polîsan de, hem jî di lêpirsîna dozgerî û dadgehê de derket holê ku 4 rojnamegerên hatin girtin, bi temamî ji ber nûçeyên çêkirine hatin tawanbarkirin û girtin.”

‘Kilif li sûc kirin’

Altan destnîşan kir ku ji bo rojnamegeran tawanbar bikin, nûçeyên çêkirine, agahiyên li ser medyaya dîjîtal parve kirine û hevdîtinên ku bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirine wekî delîlên sûc nîşan dane û wiha lê zêde kir: “Ji bo wan wekî sûc pênase bikin kilif çêkirine.  Hêzên Îktîdarê vê carê bi destê darazê li şûna kesên êrîşî mafên mirovan kirine darizînin û wan lêpirsîn bikin, rojnamegerên ku ev rastî ronî kirine raste rast kirine hedefa xwe. Êdî her tişt li holê ye. Ji ber ku hevalên me yên rojnameger ên hatin girtin, tenê ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin. Em hemû şahidê vê yekê ne. Êdî hemû cemawerî û raya giştî vê rastiyê zanin. Bi girtinê dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin. Ji bo ser rastiyan veşêrin û dengê rojnamegeran qut bikin rojnameger girtin.”

‘Rojnamegerî nayê darizandin’

Altan herî dawî girtina rojnamegeran şermezar kir û wiha got: “Em carek din girtina hempîşeyên xwe yên rojnameger ku rastî ronî kirin û bi raya gişti re parve kirin, şermezar dikin. Em vê girtinê bi tundî şermezar dikin. Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê zext, tundî, girtin û binçavkirina li dijî saziyên medya û xebatkarên çapemeniyê derketiye asta herî jor de, hêj bi dehan rojnameger girtî ne. Li gel van zextan, girtina rojnamegerên nû nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin 4 hevalên me yên rojnameger ku duh li Wanê hatin girtin bi lez bên berdan. Em dibêjin Rojnamegerî Ne sûc e. #RojnamegerîNayêDarizandin.”

Ji ber rojnamegeran rastî ronî kirin hatin girtin

Li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî anî ziman ku îro ji ber rojnaemger mekanîzmaya zext û zordestiyê teşîr dikin hedef tên girtin û wiha got: “Em di serî de girtina hevalên xwe yên rojnamger şermezar dikin. Îro 2 gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin û rojnamgerên ev yek belge kirin bûn hedef. Îro hişmendiya ku tundiya salên 1990’î ya li ser civakê rewa dike û ev pergala heyî ya li ser nebûna gelê kurd xwe xwedî dike û li ser aloziyê xwe xwedî dike îro bi heman şêwazê nêzî rojnamegeran dibe. Di her qadê de êrîşên xwe berdewam dike û di her qadê de bi zimanekî tund bersivê dide têkoşînê. Lê niha hemû li dijî zor û zehmetiyê hemû rojnameger li qadan têdikoşin û rastiyan ronî dikin. Li dijî zilmê û li dijî zimanê nijadperest li ber xwe didin. Li gorî rapora DFG’ê îro 85 rojnameger di zindanan de ne. Tevî van şertên zor di girtîgehan de ne. Bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin. Herî dawî koalîsyona jinan li ser Tirkiyeyê raporek aşkera kir. Aşkera kir ku 65 rojnamegerên jin bi tundiyê re rû bi rû man. Îro Tirkiye di aliyê girtina rojnamegeran de li gorî cîhanê di rêza 3’yemîn de ye. Ji ber rojnameger rastiyê ji raya giştî re radigihînin hedef tên girtin. Em wekî MKGP’ê dibêjin Rojnamegerî Ne Sûc e. Em li gel hempîşeyên xwe cih digirin. Demildest hevalên me bên berdan.”

‘4 rojnameger bi operasyona tolhildanê hatin girtin’

Li ser navê TGS’ê jî Mahmur Oral axivî. Oral jî anî ziman ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye dojeh û didome. Oral anî ziman ku duh dîsa 4 hempîşeyên wan hatin girtin û wiha got: “Nûçegîhanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ogur, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamger Nazan Sala ji ber agahiyên ku rayedaran xwest veşartî bimîne deşîfre kirin hatin girtin. Van 4 rojnamegeran ji ber li Wanê 2 welatiyên kurd ên ji helîkoptêrê hatin avêtin kirin nûçe û bi raya giştî re parve kirin, bi operasyona tolhildanê hatin girtin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar