Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HDP û DBP’ê girtina rojnamegeran şermezar kir

Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Wanê têkildarî komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an ku DAIŞ’ê pêk anî û 103 mirov hatin kuştin û girtina 4 rojnamegerên ku ji ber nûçeya 2 welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin çêkirin, daxuyanî dan û bertek nîşan dan.

Rêxistina HDP’ê xwest li derve daxuyaniyê bide. Lê polîsan bi hinceta qedexeya walî heye destûr neda. Rêveberên HDP’ê li baxçeyê avahiyê daxuyanî dan. Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî amade bû. Li ser navê rêxistina DBP û HDP’ê yên Wanê, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Çetîn Uyar daxuyanî da û wiha got: “Kesên di komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cihê xwe girtine, di komkujiyên li Pirsûs û GAR’a enqereyê de rûyê xwe aşkera kirin. Kesên ji bo aştiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kom bûn, bi bombeyan ew belav kirin. Kesên dengê aştiyê bombe kirin em wan şermezar dikin.”

Uyar bal kişand ser girtina 4 rojnamegeran jî û wiha axivî: “Hevalên me yên kedkarên çapemeniyê ji ber ku rastî anîn ziman hatin girtin. Girtina rojnamegeran darbeya li dijî demokrasiyê ye. Wan rastî anîn ziman. Em girtina wan şermezar dikin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”

Komê piştre bi hevre dirûşmên ‘li dijî faşîzmê mil bidin mil’ û ‘Bijî berxwedana Îmrali yê’ berz kirin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar