Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Hişmendiya 12’yê îlonê didome’

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan çalakiyên xwe yên heftane ya ji bo dîtina windayan û darizandina kujeran lidar dixin, pêk anîn.

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, çalakiya xwe ya şemiyê di hefteya 811’an de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber Covid-19 dîsa daxuyaniya xwe li ser medyaya civakî parve kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13’yê Îlona 1980’an de leşkeran ew binçav kirin û winda kirin pirsîn.

Ewil birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir, aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsî û wiha got: “Di 8’ê Cotmeha 1980’an de piştî lêpirsîna wî bi dawî bû, birayê min Cemîl Kirbayir qetil kirin. Di ser qetilkirina birayê min re 40 sal borîn. Di vê demê de ewqas hikûmet hatin û çûn, ewqas îktîdar hatin guhertin. Lê tenê tiştek nehat guhertin. Der barê aqûbeta windayan de tişt nehat guhertin û hişmendiya 12’yê Îlonê nehat guhertin.”

‘Soza we da pêk bînin’

Xwişka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jî anî ziman ku 40 sal berê Cemîl binçav kirin û ev tişt anî ziman: “Em li her derê geriyan. Me serî li her derê da. Em bang li Serokomar dikin ku vasiyeta dayika min pêk bînin. Soza ku dan me bila pêk bînin. Bila dayika min di gora xwe de rehet razê. Hestiyên me bidin û bila dayik negirîn.”

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî anî ziman ku piştî Kirbayir binçav bû malbatê carek din ew neditin û wiha got: “Dayikên Şemiyê di sala 2010’an de bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan bi dayikan re hevdîtin kir. Serokwezîr soz da dayikan ku dê pirsgirêkê çareser bike. Soza herî mezin da dayika Berfo û got ‘Ez ê kurê te bibînim’. Piştre li meclisê raporek amade kirin. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê gihişt qeneeta ku Cemîl Kirbayir di bin çavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin û rapor amade kir. Piştî wê Dozgeriya Qersê lêpirsin da destpêkirin. Berê jî hat dîtin ku dozger lêpirsîn dest pê kiriye lê tiştek nekiriye. Der barê bûyerê de biryara neşopandinê dan û agahî nedan malbatê. Di sala 2011’an de lêpirsinek nû dan destpêkirin. Bi dehan caran me daxwaz kir lê tu kar û barê lêpirsînê nekirin. Em dibên ku rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî bibin. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.”

Her wiha daxuyaniya heftane ji aliye keça Îlhan Erdost a di sala 1980’an de bi îşkenceyê hat kuştin Alaz Erdost hat dayîn.

 

Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî di hefteya 609’emîn de çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kiryar werin darizandin’ ji ber koronayê bi rêya vîdeoyê li dar xist. Vê hefteyê li aqûbeta Çayan Çîçek ê ji çavên xwe astengdar bû û di 27’ê gulana 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hat binçavkirin û pişt re carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn.

Rêvebera ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim çîroka windakirina Çîçek parve kir û diyar kir ku Çayan Çîçek li gundê bi karê cotkariyê û sewalkariyê re mijûl dibû û leşker bi ser gund de digirin wî binçav dikin û ji roja hatiye binçavkirin heta îro tevî hemû lêgerînên malbatê jî nehatiye dîtin. Yildirim anî ziman ku tevî beyan û şahidan jî rayedaran windakirinê qebûl nekiriye û da zanîn ku dosyeya ji bo windakirina Çîçek tê vekirin û dişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bêencam dimîne û ser dosyeyê tê girtin. AMED / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar